ManşêtNûçeRêveberiya Xweser

Nûnerên Rêveberiya Xweser bi parlamenterên Danîmarkayê re hevdîtin kir

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, nûnerên Rêveberiya Xweser ên Danîmarkayê Dara Mistefa û Alan Mensûr bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Danîmarkayê Soren Sondergaard û endamê meclisa Şaredariya Herlovê yê ji Partiya Lîsteya Yekbûyî Îbrahîm Benlî re civiyan.

Di hevdîtinê de, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa Sûriyeyê bi giştî, astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên hemberî Rêveberiya Xweser mîna dosyaya çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan, her wiha biryara Rêveberiya Xweser a darizandina wan hatin nîqaşkirin.

Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê hatin nîqaşkirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kir ku divê komîteyeke lêkolînekirina rastiyan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî were şandin da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker lêkolîn bike.

Soren Sondergaard û endamê meclisa Şaredariya Herlovê Îbrahîm Benlî jî got wek Partiya Lîsteya Yekbûyî helwesta wan a piştevaniya Rêveberiya Xweser û li dijî êrişên Tirkiyeyê sabit e.

Partiya Lîsteya Yekbûyî ji aliyên pêşîn e ku di dema şerê DAIŞ′ê yên li ser Kobanê de piştgirî da Rêveberiya Xweser.

Di dawiyê de her du aliyan li ser domandina dan û standinan, parvekirina nêrîn û agahiyan li hev kir ku dengê gelê Sûriyeyê were ragihandin û desteka navneteweyî ya domdar ji bo Rêveberiya Xweser were peydakirin.

Back to top button