ManşêtNûçe

Nivîskarekî Fîlistînî: Nabe cîhan derbarê doza Ocalan de bêdeng bimîne

Têkildarî tenduristiya rêber Abdullah Ocalan gelek idîa hatin belavkirin, ku hikumeta Tirkiyê li girava Îmraliyê tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz dike, wî di mercên zehmet de radigire û hevdîtina bi malbat û parêzeran re qedexe kiriye.

Têkildarî mijarê, nivîskarê ji Fîlistînê Nasir Şebat teqez kir ku ji bo naskirina rewşa rêber Abdullah Ocalan, girîng e ku hemleyên piştgiriyê werin destpêkirin û doza wî bi xurtî were nîqaşkirin.

Şebat destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan rêberekî çepgir e û ji bo dozeke adilane têdikoşe, da ku wekheviyê ji gelê xwe re pêk bîne û got: “Nabe ku cîhan derbarê doza Ocalan de bêdeng bimîne.”

Şebat bang li saziyên mafên mirovan û komîteyên wê û hemû mirovên li edaletê digerin kir ku rêber Abdullah Ocalan ji tecrîda li ser hatiye ferzkirin rizgar bikin û ev yek lê zêde kir: “Divê civaka Tirkiyê û beşên wê yên pêşverû, zexteke hûndirîn çêkin û piştgiriyê bidin rêber Abdullah Ocalan ku li wekhevî û edaletê digire ne li desthilatdariyê.”

Şebat wiha axaftina xwe domand: “Ocalan dozeke dîrokî ye. Divê gelê cîhanê, Ewropa û çepgirên li seranserê Ewropayê bikevin tevgerê û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin.”

Şebat di berdewamiya axaftina xwe de kiryarên li dijî rêber Abdullah Ocalan red kir ku zêdetirî 20 salan e di tecrîdê de ye û dûrî cîhana derve û ronahiyê û wiha lê zêde kir: “Ji bo edaleta mirovî, nabe tu kes çavên xwe li vê dozê bigire.”

Şebat eşkere kir ku “perspektîfên rêber Ocalan banga yekitiyê dikin, banga parçekirinê nakin. Lê belê mêjiyên ku Tirkiyê bi rêve dibin faşîst in û bi nîjadperestî nêzî Kurdan dibin. Divê komîteyên qanûnî û yên mafên mirovan û di nav de CPT`î, bikevin tevgerê da rewşa rêbertî bişopînin û malbat û gel jê agahdar bikin.”

Şebat her wiha teqez kir ku “divê li hundirê Tirkiyê rewşeke zextê ya aştiyane bê avakirin û gel ji bo vê doze zextê bike.”

Şebat her wiha bang kir ku li Ewropayê û tevahî cîhanê hemleyên berfireh ên piştigriya Ocalan dest pê bikin, da ku nêrîneke xurt ku karibe zextê bike ava bikin û doza Ocalan bi hemû rêbazên mumkîn (yên pratîkî û bi rêya înternetê) bixin rojevê.”

Nivîskarê fîlistînî Nasir Şebat di dawiya axaftina xwe de got “ji ber ku rêber Abdullah Ocalan ne tenê doza gelê Kurd temsîl dike, lê belê doza çepgir û komonîstan jî temsîl dike, ew rastî vê paşguhkirinê tê. Ger Ocalan ne kesekî çepir bûya û ne xwediyê vê doza adilane bûya, dê tevahî cîhan ketiba tevgerê. Lê belê ew dixwazin ku civaka Tirkiyê civakeke polîsî bimîne û serweriya qanûnê wenda bikin, ku bi rêya qanûnê parêzer û malbata rêbertî dikarin serdana wî bikin û rewşa wî nas bikin.”

ANHA

Back to top button