ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Em ji bilî rizgarkirina Efrînê tiştekî din qebûl nakin

Îro (18`ê Adarê) salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye. Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê wiha hat:

“Efrîn bi komployeke navneteweyî di navbera Rûsya û dewleta Tirk de, hate dagirkirin. Amerîka, Koalîsyona Navneteweyî û aliyên din jî bê deng man.

Hebûna dagirkeriya Tirk hîna jî sedemeke kûrbûna aloziya Sûriyê ye ku 10 sal e dewam dike. Ev dagirkerî bi hemû derfetan parçebûna erdnîgarî û civaka Sûriyê xurt dike. Her wiha hewl dide nasnameya herêmên kurdî yên resen bi rêya guhertina demografîk li Efrînê biguherîne û piştgiriyê dide çete û terorîstên ku bûne barekî mezin li ser Sûriyê.

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em teqez dikin ku Efrîn dê keleheke xurt ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kiriye, bimîne.

Dagirkirina Efrînê ne tenê li ser herêmê lê belê li ser tevahî Sûriyê xetereyeke mezin e. Ji ber ku Efrîn xwedî nirxekî manewî û dîrokî ye. Em teqez dikin ku bêyî rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî, ne pêkan e ku em behsa ewlehî û îstiqrarê yan serkeftina şoreşa xwe bikin. Di heman demê de em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî, mirovî, saziyên NY`yî û hêzên çalak ên li Sûriyê dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê bi rolek zelal rabin û bi berpirsyarî tev bigerin.

Her wiha em teqez dikin ku divê hêzên li hemberî dagirkirinê bêdeng mane bikevin liv û tevgerê, helwesta xwe zelal bikin û wekî şirîkê vê trajediyê û kiryarên xeter nemînin. Em destnîşan dikin ku guhertina demografîk, qirkirina sîstematîk li dijî Kurdên Efrînê û nasnameya sûrî ye. Em bi awayekî fermî banga avakirina komîteyek lêpirsînê ya bêalî dikin ji bo ku rastiya sûcên dewleta dagirkeriya Tirk li Efrînê û piraniya herêmê dagirkirî bibînin. Her wiha pêwîst e hemû sûcdar û di nav de raydarên Tirk li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

Em bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên civaka sivîl, kesên demokrat û aştîxwaz û saziyên azadiya jinan dikin ku bikevin nava tevgerê û li kêleka Efrînê bisekinin û rê li berdewamkirina sûcên li dijî şêniyên Efrînê bigirin. Li Efrînê hemû nirx tên derbaskirin. Destpêkê hin alî ketin liv û tevgerê, em spasiya hemû dostan û hêzên demokrat û aştîxwaz dikin ji ber ku helwestên zelal li hemberî destwerdana dewleta Tirk li Efrînê nîşan dan. Em piştrast dikin ku em bi wan re da ku em sûcên dagirkeriya Tirk eşkere bikin.

Berxwedana Efrînê dê bibe rêya ber bi rizgarkirina wê ve. Em ji bilî Efrîneke azad tiştekî din qebûl nakin. Em berxwedana berdewam çi li Efrînê dibe, çi jî li herêmên Şehbayê dibe, silav dikin. Gelê me yê koçber li hemberî hemû zehmetî û astengiyan disekinin û berdewana xwe di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de ji bo vegera bi rûmet li Efrînê, dewam dikin.

Berxwedana ku şervanên YPG û YPJ`ê meşandiye, xwedîderketina xurt a şêniyên Efrînê û fedakariyên ku pêşkêş kirine, mîrasa dîrokî ji bo gelê me û wan gelan e ku rûmet, vîn û pêşeroja xwe ya azad diparêzin. “

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêz û derfetên xwe girêdayî kar û têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê bin.

ANHA

Back to top button