ManşêtNûçe

Michael Rubin: Ocalan Mandêlayê Kurdan e û nirxên pêşverûtiyê temsîl dike

Lêkolînerê ji Amerîkayê Michael Rubin teqez kir ku Rêber Ebdullah Ocalan Mandêlayê Kurdan e û felsefeya Ocalan ji Kobanê heta Kirmanşahê di civakên Kurd de bi awayekî berfireh tê qebûlkirin.

Lêkolînerê Amerîkî Michael Rubin derbarê Îdaiyên li ser jiyan Rêber Apo de, nivîsek li ser malpera “19 fortyfive” a amerîkî weşand.

Rubin got: “Ji bo gelek Kurdan, Ocalan Nîlson Mandêla ye. Têkoşerê ji bo azadiyê têkoşiya, veguherî girtiyekî.

Kurd îsrar dikin ku heke Ocalan were berdan, wê bibe serokekî siyasî.”

Michael Rubin destnîşan kir ku Ocalan salên berhemdêr di girtîgehê de derbas kirin, wî gelek parêzname nivîsandin û banga “Konfedralîzma Demokratîk” kir.

Rubin anî ziman ku felsefeya Ocalan ji Kobanê heta Kirmanşahê di civakên Kurd de bi awayekî berfireh tê qebûlkirin.

Di dawiya nivîsa xwe de, lêkolînerê amerîkî Michael Rubin got: Ji bo piraniya Kurdan Ocalan nirxên pêşverûtiyê temsîl dike.

Back to top button