HemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Navdarên Cîhanê ji bo Efrînê dest bi berhevkirina Îmzeyan kirin

Nivîskar, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan ji bo Efrînê kampanyayeke navneteweyî dan dest pê kirin. Di metna hatiye belavkirin de hatiye gotin ku kurdan di şerê li hemberî DAIŞ’ê de gelek zarokên xwe winda kirin û wiha hat gotin: “Niha dem ew dem e ku civaka navneteweyî li pişt gelê kurd be ku ev yek berpirsiyariyeke exlaqî ye.”

Di metnê de hatine xwestin ku rayedarên DYA’yê û NY’ê (Neteweyên Yekbûyî) bi lezgînî bikevin nav tevgerê, pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigirin û îstîkrara Efrînê bigirin bin ewlehiyê.

Navdaran xwestiye her kes bi îmzeyên xwe piştgirî bidin vê metnê. Kesên ku metin îmze kirin ev in: Zanyar Noam Chomsky, ji zanîngehên cuda Michael Walzer, Kariane Westrheim, Charlotte Bunch, Todd Gitlin, David Graeber, Nadje Al-Ali, David Harvey, Michael Hardt, Marina Sitrin, David L. Phillips û Ann Snitow.

Di nav kesên pêşî ev metin amade kirine û îmze kirine de ev hene: Bill Fletcher, Joey Lawrence, Meredith Tax û Debbie Bookchin.
j: D.Name

Back to top button