HemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

170 kesên Navdar ji bo Efrînê Name ji Hikumeta Tirk re şandin

Li dor 170 nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarî ji bo dawî li êrîşa li ser Efrînê bînin namayeke îmze kirin û ji bo Hikumeta Tirkiyeyê şandin.

20’ê vê mehê Artêşa Tirkiyeyê û hêzên OSO’yê ji hewa û ji bejahiyê ve erîşê Efrînê kirin. Êrîş di roja 5’an de ye. Niha 170 kesên navdar name amade kirin, diyar kirin ku ew li ser navê bi mîlyonan mirovan bang dikin û wiha gotin: “Em dizanin ku têkoşîna li Erîna ku erdê Sûriyeyê û tu tehdîda wê ji bo Tirkiyeyê nîn e ji bo herêma me û ji bo welat dê bi xwe re ne aştî û ewlehiyê, dê bi xwe re hê pirsgirêkên mezin, xirakirin û êşê bîne, dê hemwelatiyên me yên kurd jî ji dil birîndar bike. Şerê wekaletê yên dewletên biyanî Rojhilata Navîn kiriye dojeh. Leşkerên van dewletên biyanî yên li wir binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye; niyet û gavavêtina nava wan ji bo welatê me dê tenê bi xwe re poşmanî bîne, dê bibe sedema windakirina mirovan, windakirina aborî, civakî û siyasî ku bi dehan salan nikare bê tamîrkirin. Em bi nasnameya xwe ya hemwelatî û bi berpirsiyariya xwe li pêşberî çavên gelê me û dîrokê em bangî we rayedaran dikin, em bang dikin ku hûn guh bidin dengê me, bi aramî tevbigerin, di cih de dawî li şer bînin û bang li we dikin ku vê meseleyê bi diyalogê çareser bikin.”

Kesên ku metin îmze kirine ev in:

Yên kû li ser vê bangê imze kirine evin: “Abdullah Demirbaş, Fatma Bostan Ünsal, Nimet Tanrıkulu, Abdülbaki Erdoğmuş, Ferhat Tunç, Nimet Yardımcı, Ahmet Aykaç, Fethiye Çetin, Nur Bekata Mardin, Ahmet Faruk Ünsal, Fidan Eroğlu, Nurcan Baysal, Ahmet İnsel, Fikret Ünlü, Nurhan Keeler, Ahmet Özdemir Aktan, Füsun Ertuğ, Nurten Ertuğrul, Ahmet Tonak, Genco Erkal, Olga Hünler, Akın Birdal, Gençay Gürsoy, Onur Hamzaoğlu, Ali Bilge, Gonca Gül Gedikoğlu, Orhan Alkaya, Ali Haydar Konca, Gönül Saray, Orhan Silier, Ali Uçansu, Gülriz Sururi, Oya Baydar, Arzu Başaran, Gülseren Onanç, Ömer Faruk Gergerlioğlu, Aslıhan Karabacak Calviello, Gülten Kaya, Ömer Laçiner, Aydın Arı, Gürhan Ertür, Ömer Madra, Aydın Selcen, Hacer Ansal, Özgün E. Bulut, Aynur Özuğurlu, Halil Ergün, Özgür Müftüoğlu, Ayşe Erzan, Hasan Cemal, Pınar Kılıçer, Ayşe Hür, Hasip Kaplan, Rakel Dink, Ayşe Nur Doksat, Hıdır Işık, Rıfat Yüzbaşıoğlu, Ayşegül Devecioğlu, Hüda Kaya, Salman Kaya, Ayten Yıldırım, Hürriyet Karadeniz, Savaş Demirci, Bahattin Yücel, Hüsamettin Cindoruk, Sefa Feza Arslan, Baki Tezcan, Hüseyin Ayrılmaz, Sema Kaygusuz, Baskın Oran, Hüsnü Okçuoğlu, Semih Bilgen, Belgin Koç, İhsan Eliaçık, Semih Gümüş, Beyza Üstün, Kıvanç Ersoy, Semra Somersan, Binnaz Toprak, Kumru Toktamış, Serhat Baysan, Burhan Sönmez, Kuvvet Lordoğlu, Servet Demir, Bülent Utku, Lale Mansur, Simten Coşar, Celal Korkut Yıldırım, Lati Akyüz, Suavi, Celalettin Can, Levent Tüzel, Suna Uluçınar Aygün, Cem Mansur, Mebuse Tekay, Süleyman Çelebi, Cem Özatalay, Mehmet Rasgelener, Şahika Yüksel, Cengiz Arın, Mehmet Rauf Sandalcı, Şanar Yurdatapan, Ceren Şengül, Melehat Kutun, Şebnem Korur Fincancı, Cihangir İslam, Melek Taylan, Tahsin Yeşildere, Defne Asal, Meral Camcı, Taner Akçam, Deniz Türkali, Meryem Koray, Tarhan Erdem, Deniz Yonucu, Mete Çetik, Tarık Ziya Ekinci, Dilek Gökçin, Mine Gencel Bek, Tatyos Bebek, Ece Temelkuran, Muammer Keskin, Tebesssüm Yılmaz, Ekrem Baran, Muhammed Salar, Tilbe Saran, Elif Sandal Önal, Murat Belge, Tuna Altınel, Emine Uşaklıgil, Murat Çeyişakar, Tümay İmre, Engin Sustam, Murat Morova, Ufuk Uras, Erdal Kalkan, Mustafa Altıntop, Ümit Kıvanç, Erdoğan Aydın, Mustafa Paçal, Ümit Özgümüş, Erol Katırcıoğlu, Muzaffer Kaya, Viki Çiprut, Ersin Salman, Nadire Mater, Yakın Ertürk, Ertuğrul Günay, Nalan Erbil, Yasemin Bektaş, Ertuğrul Mavioğlu, Nazan Aksoy, Zehra Kabasakal Arat, Ertuğrul Yalçınbayır, Nazar Büyüm, Zelal Ekinci, Esra Arsan, Necmiye Alpay, Zeynep Oral, Esra Mungan, Nesrin Nas, Zeynep Tanbay, Eşref Erdem, Nesteren Davutoğlu, Zişan Kürüm, Fadıl Öztürk, Neşe Erdilek, Ziya Halis, Fadime Gök, Neşe Yaşin, Zülfü Livaneli, Fahrettin Dağlı, Nil Mutluer.

Jinên girtî jî name şandin

Her wiha jinên girtî yên li Girtîgeha Gebzeyê nameyek ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re nivîsandin û xwestin Neteweyên Yekbûyî ji bo Efrînê berpirsiyariyên xwe bîne cih.

Back to top button