ManşêtNûçe

MSD’ê nûçeya di Rojnameya El-Exbar a Lubnanî ne rast e

Rojnameya El-Exbar a Lubnanê nûçeyek belav kir û tê de îdia kir ku wê belgeyek bi dest xistiye. Di belgeyê de li gorî îdiaya rojnameyê Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bazirganê Îsraîlî Motî Kahana erekedar kiriye ku nûnertiya meclisê di kar û barên girêdayî firotina petrol de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. MSD`ê jî bi daxuyaniyekê bersîv nûçeyê da û nûçe derewand.

Daxuyaniya MSD‘ê ya li ser mijarê wiha ye:

‘‘Rojnameya El-Exbar a lubnanî nûçeyek ji bingehê xwe ve nerast e belav kir. Ev nûçe girêdayî qaşo bi wesîqeyê ye. Di nûçeyê de hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokartîk Îlham Ehmed bi erekedarkirina aliyên Îsraîlê tê tewanbarkirin. Li gorî nûçeyê Îlham Ehmed aliyên israîlî erekedar kiriye ku nûnertiya meclisê di firotina petrolê li Sûriyê de bike. Tê zanîn ku rojnameya El-Exbar a lubnanî dûrî pîşeya xwe ji bo pêkanîna rolên siyasî dixebite. Ev nûçe di dema ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk xebatên xwe di warê tekezkirina niştîmanî de ji her demê bêtir dike  hat weşandin. Meclisa Sûriyeya Demokratîk di 3`yê Gulanê de sponseriya komxebata êlên Ereb ên Bakurê Sûriyê kir, dîsa jî komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî di dawiya meha Adarê de li bajarê Kobanê pêk hat. Ev gav wek girîngtirîn gavên meclisa me li ser asta niştîmanî hate hesibandin. Meclisa me ji bo nêzkirina û gihaştina nêrînek niştîmanî hevpar bi çalakiyên niştîmanî yên demokratîk ên Sûriyê re bi vê gavê rabû.  Di vê dawiyê de meclisa me berê xwe da birêxistinkirina komxebatên li ser astek bilind. Hêzên demokratîk ji opozîsyona derve ku li Ewropayê dimînin tev li bûn. Komxbata yekemîn di 29`ê Hezîranê de li Parîsê peytexta Fransayê li dar ket. Piştre li Viyanayê peytexta Nêmsayê di 12`ê Tîrmehê de ji bo nîqaşkirina veguhestina demokratîk komxebateke din li dar ket.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk  tiştên ku di nûçeyê de hatine gotin derew dike û tekez dike ku mîna van hewldanan der heqê meclisa me de û belavkirina derewiyan, tenê dihêle em carek din ji gelê xwe re tekez bikin ku helwesta me li hember yekitiya xaka Sûriyê û serdestiya wê sabît e. Serdestiya Sûriyê di van salên dawîn de hate binpêkirin û ew  tenê bi destpêkirina prosesa siyasî ku rolek di çareseriya demokratîk de dilîze çareser dibe. Tevlihevî û parçebûn tenê rêya pêkanîna çareseriya demokratîn bi vînek cidî û berpirs bi dawî dibe. Meclisa me tekez dike dê ew hertim xebatên xwe yên destpêkê yanî tunekirina terorê û parastina ewlehiya herêmê û destkeftiyên wê pêk bîne.‘‘

Back to top button