ManşêtNûçe

MÎT`ê ji navçeya Mabata ya Efrînê sivîlek revand

Li Efrîna dagirkirî, kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê derheqî sivîlên bêguneh de ranawestin.. Herî dawî şêniyekî 48 salî ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Ajansa nûçeyan Hawarê ragihand “MÎT’a Tirk ji navçeya Mabata ya Efrînê şêniyê bi navê Xalid Ebdulfetah Îbiş revand.”

Hat zanîn ku Xalid ji gundê Qentera yê navçeya navborî ye û temenê wî 48 sal in.

Piştî ku ku MÎT’a Tirk Xalid direvînin, mîna hemû buyerên revandinê yên berî niha, wî jî ber bi cihekî ne diyar ve dibin.

Çarenûsa Xalid ê revandî jî, mîna bi sedan ên berî wî, heta niha nediyar e.

Back to top button