ManşêtNûçe

Salih Muslim: Ji bilî berxwedanê tu rê li pêşiya me tune ne

Salih Muslim, ji bo gefên dawî yên rejîma AKP`ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Ji bo koalîsyona AKP/MHP û çeteyan li ser lingan bihêlin, şerê xwe bi raya Tirkiyê re bidin meşrûkirin û ji bo hevdîtinên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekininn gefan dixwin.”

Muslim, anî ziman ku topavetina li hundirê Tirkiyê encama komployek mezin e û got: “Bi van lîstokan hincetan ava dikin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim, êriş û gefên dawî yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Bernameya Taybet ya ANHA`de nirxand.

‘DEWLETA TİRK TENGAV BÛYE’

Muslim, bal kişand ser gefxwarinên rejîma AKP`ê ku di pêvajoya hevdîtinên MSD û Rêveberiya Xweser de pêk tên û got: “Hevdîtinên şandeya Rêveberiya Xweser û MSD li Washington û Moskova çêbûn gelekî erênî bûn.  Ev hevdîtin li ser esasê çêkirina aramî û çareseriya siyasî ya Sûriyê bûn.  Yê ku çareseriya Sûriyê naxwaze Tirkiyê ye. Niha jî dîsa gefan dixwe. Ev 8 sal in em dibêjin ku ger Tirkiyê destê xwe ji Sûriyê bigre pêkhateyên herêmê bi xwe dikarin çareseriyê pêk bînin. Lê destwerdana derve bi taybet jî yên Tirkiyê naxwazin ev çêbibe. Dewleta Tirk dixwaze hemû pêkhateyên li herêmê tune bike û Kurdan ji holê rabike  û çeteyên terorîst ên girêdayî xwe li giştî herêmê bi cih bike. Dewleta Tirk di vê demên dawî de tengav bûye. Li aliyekî de hêzên navneteweyî û gelê Sûriyê aştiyê dixwazin, kes nikare xwestekên Tirkiyê li ser Sûriyê ferz bike. Ji ber wê gefan dixwe. Çekên di destê wan de yên NATO, Amerîka û Ewropa ne. Heta ewên ku wî bi hêz kirî, li hember wan jî derdikeve.  Hem di aliyê dîplomasî, siyasî, navneteweyî de gelekî tengav bûye û hewl dide bi şer jê derbikeve.  Koalîsyona ku di hundirê Tirkiyê de hatiye çêkirin di navbera AKP/MHP û çeteyên din yên  di salên 90`î de şerê Kurdan dikirin îro hemû ji bo tunekirina Kurdan bûne yek. Ev koalîsyon encex bi şer dikare li ser lingên xwe bisekine. Ji bo wê koalîsyonê li ser lingan bihêle û şerê xwe bi raya Tirkiyê re bide meşrûkirin û ji bo ku hevdîtinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş dikevin bi awayekî bisekinin gefan dixwin.”

`JI BO DERENGXISTINA HILBIJARTINAN GEFAN DIXWIN`

Salih Muslim, da zanîn ku di dîrokê de tu kesê desthilatdar bi hilbijartinê re neçûye û got: “Gel û partiyên siyasî bi giştî dixwazin li Tirkiyê hilbijartinên pêşwext çêbibin, lê koalîsyona desthilatdar vê naxweze. Li gor destûra Tirkiyê di madeyên  78`an de dibêje ger rewşeke şer, tevlihevî çêbibe wê demê dikarin hilbijartinan şûnde bibin. Ji bo derengxistina hilbijartinan dixebitin.”

`TOPAVETINA LI TIRKIYÊ KOMPLOYEK MEZIN E`

Muslim, diyar kir ku topavetina li hundirê Tirkiyê encama komployek mezin e ku QSD`ê tu carî êriş nebirine ser sînorê Tirkiyê û wiha axivî: “Hakan Fîdan jî bi dehan caran gotiye ku ji bo derxistina şer dikarin hincetan peyda bikin. Berê Hakan Fîdan digot em ê du kesan rê bikin bila topan biavejin, lê niha pêwîstiya wan bi du kesan jî tuneye, ji ber ku çeteyên wan li wan cihan in. Di çarçoveya peymana ku li ser 30 km jî hatiye kirin de heya niha ji aliyê QSD`ê ve tu êriş nehatiye kirin. Ji aliyê wan ve 194 caran binpêkirina peymanê hatiye kirin. Ne peyman ne jî pîvan wan pêk tîne. Ev daxuyaniyên wan komplo ne û derew in. Bi van lîstokan hincetan ava dikin. Li Ezazê ku du leşkerên hatine kuştin gelek hêz lê hene. Heya niha kesî negotiye me lêxistiye.  Mafê gelê me yê ku axa wan hatiye dagirkirin heye ku çalakiyan bikin. Ji ber ku dagirkeriyê kes li ser erdê xwe qebûl nake. Çalakiyên gelê me heya niha li herêmên dagirkirî berdewam dikin û ew çalakî jî xweparastina rewa ye.”

ÇIMA HIKUMETA ŞAMÊ JI GEFAN RE BÊDENG E?

Muslim, tekildarî bêdengiya hikumeta Şamê ji gefên rejîma AKP`ê re û sekna gelê herêmê li dijî êrişên muhtemel ev tişt got: “Beriya demekê di navbera Amerîka û Rûsya de li ser mijarên Sûriyê de gelek pirsgirêk hebûn, lê niha hemû bi hev re rûdinin û nîqaş dikin. Ev jî destê Tirkiyê teng kiriye ku bikaribe bi her duyan re bilîze. Siyaseta hikumeta Şamê li dijî Kurdan diyar e ku dibêje divê statûya Kurdan tune be. Şandeyên Rêveberiya Xweser çûn Şamê, lê derî ji wan re venekirin û nîqaş jî nekirine.  Dewleta Tirk jî Kurdan qebûl nake û her du li ser vê xalê lihev dikin. Ji ber wê hikumeta Şamê xwe ker dike.  Li paş deriyê girtî de runiştina bi Putîn û Biden re li ser Minbic û Til Rifatê tê wateya ku hin tişt hene û ji wan fêdî dikin, naxwezin raya navneteweyî bibihîze. Xwestekên pêkanîna hevdîtinên girtî ji aliyê Erdogan ve hat. Heya Erdogan wezîrên xwe nebirin hevdîtinan. Ez texmîn nakim ku Putîn hemû tiştên Erdogan qebûl kiribin. Heye ku yekî wekî Putîn li paş deriyan de firset dibîne ku jê re hin gotinan bike. Di demê kesekî  wekî Trump ji Erdogan re di nameyên fermî de dibêje nebe ehmeq gelo li pişt deriyê girtî de çi jê re gotine em nizanin. Ev hevdîtinên li pişt deriyê girtî xeter in. Berxwedana li Efrînê li hemberî hemû çekên NATO’yê bû, lê NATO xwe ker kir.  Li Serêkaniyê û Girê Spî jî heman berxwedanî pêk hat. Ev erd ne bêxwedî ne. Çi êriş çêbibe wê xwediyê vê axê berxwedaniyê bikin. Me pişta xwe nedaye tu kesî. Tevliheviyên ku li Minbicê jî çêkirin, diyar bûn.  Wê demê hêzên Rûsya û rejîma Şamê hatin gotin wê Tirk êrişî Minbicê bikin keremkin teslîmî Tirkan bikin. Tirkan got ger hûn teslîm nekin em ê êriş bikin. Kî xwedî li Minbicê derket?  Gelê Minbicê û meclisa wan ya sivîl û leşkerî xwedî lê derket. Çi êriş pêk werin wê rastî berxwedaniyek dijwar were.”

`BI PEYMANA EDENE Û DAGIRKERYA TIRKIYÊ RE SÛRIYÊ XISIRÎ`

Muslim, ji bo salvegera 23`yemîn a peymana Edene anî ziman ku ev peyman ne navneteweyî û fermî ye û ev tişt lê zêde kir: “Li ser şer li hev kirine. Rewşa ku Sûriyê tê re derbasbûye ev bû ku wekî ku tu çekê xwe li mejiyê wî bike û bi darê zorê wê peymanê bide îmzekirin. Îrade û xwestekên gelê Sûriyê di vê peymanê de tune ye. Derfetek çêbûye û hêz hemû li derdora Sûriyê kom bûne  û îstixbarata Sûriyê îmze kiriye. Li gor peymana Edene, dewleta Tirk bi agahiya Sûriyê  ku bibeje `Vaye ez têm tu bikarî şopê wan terorîstan tune bike` dikare 5 km têkeve Sûriyê. Ji vê zêdetir tune ye. Êrişên niha peymana Edene derbas kirine. Guhertina demografî û dagirkerî li dijî peymana Edene ne. Ev kampên çekdaran li ser sînorê Sûriyê bûn. Çima Sûriyê li dijî wan nexwest şerekî bike yan jî 5 km derbasî erdê Tirkiyê bibe. Cardin dibêje ez ê vegerim peymana Edene ev nerast e ku peymanek wiha nema ye. Hikumeta Şamê jî nikare bibêje ku ew xeletiyek bû derbas bû. Ji ber zeyif e û mijar bi Kurdan ve girêdayî ye. Hikumeta Şamê dibêje serwerî. Ka serwerî tiştek li ser navê serweriyê nemaye. Bi peymana Edene û dagirkeriya Tirk re Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xisirî. Yên ku serweriyê bipareze QSD`ê ne.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî van êrişan xwerêxistinkirin, hêzkirina parastina rewa pêwîst dike û got: “Ji bilî berxwedanê tu rê li pêşiya me tune ne.”

Back to top button