ÇalakîManşêt

Şandek ji Partiya Pêşketin û Guhertina Demokratîk a Neteweyî serdana navenda PYD kir

Şandeyek ji Partiya Pêşketin û Guhertina Demokratîk a Neteweyî ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve lîsans wergirtiye, îro di dîroka 2021-10-17 serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat kir, ji bo mekenîzmeya kordînasyon û xebata hevbeş di navbera her du patiyan de nîqaş bikin, û li ser rewşa siyasî ya ku herêm tê de derbas dibe biaxivin.

Şandeya ku serdan kir ji “Xesan Temrî” cîgerê serokê Partiya Pêşketin û Guhertina Demokratîk a Neteweyî, endamê buroya rêveberiya giştî “Merwan Dendeh”, endamên di buroya têkiliyên giştî ya partiyê “Munteha Meter” û nûnertiya di buroya jin de “Nalîn Şakir”, pêk hat.

Şande ji hêla berdevka fermî bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat “Sema Bekdaş”, hevserokê buroya têkiliyên partiyê “Xelîl Osman” û endamê di buroya têkiliyên partiyê de “Şêx Raxib El-Faris”, hat pêşwazî kirin.

Di destpêkê de, “Sema Bekdaş” bi xêr hatina şandeyê kir, û pesnê rola tevahiya partiyên siyasî li herêmên Rêveberiya Xweser kir, îşaret kir ku bandora wan a giring heye di zanîna civakê de, ji ber ku partiyên siyasî di navbera gel û rêveberiyê de girêdanekê çêdike,  destnîşan kir ku wê hevkarî û kordîne di navbera wan bê kirin ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser ya ku bi saya xwîna şehîdan hat bidest xitin.

Ji aliyê xwe ve “Xesan Temrî” cîgerê serokê partiyê axivî û got: Em bi tevahiya partiyên siyasî re kar dikin, dest bi dest ji bo xurtkitina hevgirtina neteweyî û li hember pirsgirêkên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikeve bisekinin, ji ber ku em parçeyek ji vê rêveberiyê ne.

Di dawiya serdanê de, her du aliyan destnîşan kirin li ser domandina van sedanan, û li dar xistina semîneran di navbera tevahiya partiyên siyasî ji bo hevkarî û kordînsyonê bi awayekî mezintir.

Hêjayî gotinê ku kongreyê yekemîn yê Partiya Pêşketin û Guhertina Demokratîk a Neteweyî li navçeya Şedadê sala 2021’an hat li dar xistin.

Back to top button