Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê komkujiya Konyayê şermezar kir.
Mezlûm Ebdî lanet kesên ku bûne sedema komkujiyê anî û got:
Malbata Dedeoglu di encama polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Kurdan koçberî bajarê Konyayê bûne.
Lê mixabin 7 kes ji heman malbatê bi awayekî hovane ji aliyên nîjadperest û faşîstan ve hatin kuştin.
Ez Qatilên ku vê komkujiya hovane kirine û kesên ku bûne sedem lanetdikim, şermezardikim. Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk yên nîjadperest ez bang hêzên navdewletî dikim ku li hember vê komkujiyê xwedî helwestbin.”
Ronahî