ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser 19 kes ji malbatên DAIŞ’î radestî hikumeta Arnawdê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 zarok û 5 jinên DAIŞ’î radestî hikumeta Arnawidê kirin.

Ebdulkerîm Omer got: “Siyaseta me zelal e, em ji hemû dewletan dixwazin ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî zarokan bi cih bînin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ew zarok bêguneh in, tenê bûne qurbanî”.

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku ji bo jinan ên ku destên wan di sûcên li herêmê de tunene divê welatên wan berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û got: “Lê jinên ku li herêmên sûc pêk anîne û belgeyên vê yekê hene, em wan radest nakin, ew ê sewqî dadgeha ku were avakirin bibin.”

Omer spasiya hikumeta Arnawida kir û got, mixabin hîna gelek dewlet hene berpirsyariyên xwe yên li hemberî welatiyên xwe ranakin.

Konsulê giştî yê Arnawidê yê li Sûriyê, Lubnan û Urdunê Mark Gharib spasiya Daîreya Têkiliyên Derve kir û wiha got: “Hikumeta Arnawidê kar dike li ser vegerandina hemû zarokan li welat xwe û wan perwerde bikin da ku bi rûmet bijîn, ji ber ku gunehê wan tunene û nizanin wê bi ku derve ve biçin.”

Gharib xîtabî Rêveberiya Xweser kir “We barekî giran rakiriye, ne tenê barê zarokên Arnawidî, di heman demê barê welatiyên ji hemû welatan ên ku bavên wan beşdarî şerê terorî li vê herêmê bûn, hilgirtiye, tu kes û civaka navneteweyî vê qebul nake.”

Hêjayî gotinê ku ev serdana duyemîn a şandeya Arnawidê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, beriya vê carê jî jinek û 4 zarok radestî wê hatin kirin.

Back to top button