ManşêtNûçe

Salih Muslim: Komkujiya li Qoniya encama siayseta şaş e

Malbateke Kurd li ser destê nejadperastên Tirk li bajarê Qoniya di nava Tirkiyê de hatin kuştin, der barê vê komkujiya hovane endamê desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Salih Muslim ji malpera me re axivî û wiha dest pê kir:

Komkujiya ku li Qoniya çêbûye, bûye encam, encama siayseta şaş ku tê meşandin, desthilatdara (AKP- MHP) ji demekê borî ve, ji 2015’an û şûn de heta roja îro, hestên nijadperastiyê belav dikin, di navbera gelên xwe de gelê Tirkiyê ji ber ku bi wan hestên nejadparestiyê de difikirin desthilatdartiyê bidomîne. Şerê di navbera gel de çêbûye, niha siyaseteke di hundirê dewleta Tirk tê meşandin ku gelê Tirk û Kurd ji hev re dikin dijmin,ev siyaset pir xerab e.

Muslim destnîşan kir ku û got: Bê guman gelê Kurd jî divê xwe biparêze, parestineke rewa bike, tedbîrê xwe bistîne li hember van siyasetên çewt ku tê meşandin û ev siyaset li ku derê be şaş e, em li Sûrî jî encama wê dibînin, nejatperestên Ereb nejadperestên Basî, ew jî van kiryaran dikin û em nikarin bandora wê li ser gel rakin, bandora nehezkirin û şer di nava gelan de pêşdixe, tiştê ku li Turkiyê çêdibe, ew jî weke Sûriyê ye û mîna li Rojhilatê Navîn bi giştî ye.

Em hêvî dikin ji gelê xwe ku bûyerên wiha nehêlin mezin bibe, armanc û pilanên HKP û MHP tunekirina Kurdan e, gerek gelê Kurd hişyar bin, û tedbîrê xwe bigirin, em nizanin ku desthilatdar çi bikin, birastî jî ev demeke gelekî hesase, ji Kurdan re, em parastina xwe ya rewa xwe xurt bikin bi vî hawî tenê emê karubin li hember êrîşên nijadperestiyê bisekinin.

Back to top button