DaxuyanîManşêt

Daxuyaniya dawî ya Kongreya duyemîn a Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokraîk PYD kongreya asayî ye duyemîn li bajarê Rimêlan li herêma Cizîrê di dîroka 29 Eylûnê 2020an li dar xist, di bin drûşmeya” Bi rêxistinbûn û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina Sûriyeke demokratîk mayînde bikin”, bi beşdarbûna (255) endam ji herêma Cizîrê, Firat û Efrînê, û bi beşdarbûna mêvan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser ya demokratîk, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Jinan saziyên civaka sivîl, çalakiyên kongir bi gotina hevserka hevbeş ya partiyê eyşe Hiso destpêkir yak u hemû endamên partiyê pîroz kir bi li dar xistina kongreya duyemîn di vê qonaxa hesas û dîrokî tevî astengiyên li pêş têkoşînê derdikeve, ji ber vê têkoşînek berfireh tê xwestin ji bo pêkanîna yekîtiya refê di navbera pêhateyên Sûriya, û îşaret kir li ser rola pêşengtiyê ya ku jin di şoreşa Rojava dilîze ew jina blindest ya ku di bin zilmê de maye bû ronahiyek ku hemû jinên cîhanê pê ronî dibe her wiha şehîdên jin bibîr anî( Şîlan, Hevrîn, Zîlan Ereb, Zehra, Hebûn, Dayê Eqîde û Dayê Emîne) yên ku kedek wanî dirêj di têkoşînên de hebû, û têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin YPJ ên ku li eniyên parastinê ji bo pêkanîna azadiyê jinê dimînin silav kir.

Gotin hatin domandin û pîroznameyên pîrozkirinê yê ku piştgiriya xwe b têkoşîna jinê di partiyê de diyar kir û tekez kirk u kongir wê bi biryarên layiqê xwîna şehîdan û meznahiy qonaxê wê derkeve.

Piştre rêxistinên jin hatin xelat kirn” Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên ewlehiya Hundirîn- Jin, Hêzên Parastina Cewherî û Gaziyên Şer ” ji hêla meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk de ji ber hewldanên wan di derbarê rêça wan ya tekoşînê û rola wan ya piştgiriyê di şoreşa Rojava.

Piştî xwendina raporên hatin dayîn ji kongreyê re kongreyan rewşa rêxistinî û siyasî nirxandin û tekez kirin li ser domandina di têkoşînê ji bo tundiya li dijî jinê û bi taybet jina ciwan ya ku dayîreya şerê taybet wê hedef digre ji ber ku ew hêzek Dînamîkî di civakê de ye û piştrast kirin li ser parastina deskeftyên jinê li Rojava ya ku bi xwîna bi hezaran şehîdan pêk hat.

Di nav biryarên ku ji kongreyê derket ku azadiya rêber Apo û rizgarkirina herêmên dagirkir yekemîn ji karên tekoşînê be bi her wesîleyekî çi Dîblomasî be yan Rêxistinî û piştgiriya li dar xistina Kongreya Niştimanî ya Kurdistanî ya jin, her wiha tekez kir li ser xurtkirina jinê di ware siyasî de ji bo rola xwe di demokratkirina Sûriya û çaresekirina aloziyên wê bilîze.

Guhertinên ku hatin pêşîniyarkirin ji hêla lijneya amadekarî li ser mekenîzmeya karê jinê di meclisê de hat erê kirin.

Kongir bi hilbjartina 22 endaman de di meclisa jin di partiyê de ku endaman soz dan ku pêş ve biçin ji bo têkoşînê ku bibin nimûneyek ji şehîdan heta pêkanîna armanên ku me têkoşîn ji bo wê kir.

Back to top button