Duh bajarê Hewlerê û balafirgehê wê rastî êrişeke bi moşekan hat û di encama wê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî di nav de leşkerekî Amerîkayê birîndar bû.
Têkildarî mijarê, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî li ser twitterê peyamek da û ev êriş şermezar kir.
Peyama Ebdî wiha ye:
“Şevê din bajarê Hewlerê û balafirgeha wê rastî êrişeke bi moşekan hat. Em kiryarên bi vî awayî şermezar dikin û armanca wan ku aramiya herêma Başûrê Kurdistanê derb bikin.
Rehmet li şehîdan be û û şîfayê ji birîndarên sivîl û birîndarên hevalbendên me yên Koalîsyona Naventeweyî re dixwazin.”
ANHA