ManşêtNûçe

​​​​​​​Meclisa Şengalê: Emê  bi ruhê 15’ê Tebaxê li ser têkoşîna xwe berdewam bin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Em salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, roja vejînê ya gelên azadîxwaz û gelên Kurdistanê, di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd, hêzên leşkerî û şoreşger ên niha li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û ji bo azadiya gelan têdikoşin pîroz dikin.”

‘GULEYA YEKEMÎN BÛ RÛPELEKÎ NÛ JI BO MAFÊ JIYANÊ YÊ GELAN’

MXDŞ’ê diyar kir ku 15’ê Tebaxa 1984’an bi teqandina guleya yekemîn re rûpelekî nû ji bo gelên ku bi salan mafê wan ên jiyanê dihate perçiqandin vekir. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev pêngavek li dijî dagirker û zilmkaran bû. Bi taybetî dewleta Tirk a dagirker ku ji wê rojê ve derbên giran xwarine heya niha her ku diçe lawaz dibe, xwestiye meha Tebaxê ji cejna Vejîna Gelan veguherîne şînê û gelên aştî û azadîxwaz qir bike.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Me Tebaxê gelek êriş, ferman û plan li dijî me civaka Êzidî hatin kirin. Di hemû êrişên li ser gelê me de dewleta Tirk a dagirker heye. 14’ê Tebaxa 2007’ê  êrişên li ser gelê me yê Til Izêr û Sîba Şêx Xidir pêk hatin ku wê demê ev herêm ji aliyê PDK’ê ve dihate parastin û rêvebirin. Tevî ku agahî li ser êrişê hebûn lê dîsa jî PDK’ê rê li ber vê êrişê vekirin û zêdetir ji hezar kesî bûn qurbanî. Çiqasî lêkolîn li ser bûyerê nehatibe kirin, lê wê demê komek bi ser bi Tirkiyê ev êriş li ser xwe girt. Di vir de xuya dibe ku dewleta Tirk xwesetiye di vê meha Vejînê de kîna xwe li Êzdiyan re bike der.

Piştî Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku dewleta Tirk nikaribû gelê me bi rêya DAIŞ’ê qir bike, bi saya şagirtên Egîdan, bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê gerîlayên azadiyê bi hawara gelê me hatin, dewleta Tirk jî êrişên xwe yên tinekirina gelê me domandin û her li pey qelandina Êzdiyan bû. Êzdiyan ji êrişa DAIŞ’ê pêngavek din a vejînê dan destpêkirin. Di rastiyê de gelê me ji nû dest bi vejînê kir û rê li ber  qirkirinê girtin. Gel xwe rêxistin kir, saziyê xwe dan avakirin û bersiva fermanan da.

‘BI ÊRIŞÊN LI SER PÊŞENGÊN ME RE XWESTIN MEHA TEBAXÊ LI ME REŞ BIKIN’

Ev pêngava li Şengalê pêk hat, qet li xwei,ua dewleta Tirk û hevkarê wan neçû. Civaka me her tim bû hedefa dewleta Tirk. Ji ber wê jî xwesetin di şexsê pêşengên me de, meha Tebaxê li me reş bikin û her carekê derbên giran li gelê me dan.

Di 15’ê Tebaxa 2014’an de li gundê Koço komkujî pêkhat ku hîna em di nava kêliyên fermanê de bûn. Bi hezran xelkê me yê Koço hatin qetilkirin û li bazaran hatin firotin. Her wiha di 15’ê Tebaxa 2018’an Mamê civaka Êzidî  Zekî Şengalî hate hedefgrtin. Di 16 û 17’ê Tebaxa 2021’ê de siyasetmedar, fermandar  û pêşengê civaka me Seîd Hesen, her wiha Nexweşxaneya Sikêniyê kirin hedef. Di van êrişa de derbên mezin bûn li civaka me xistin. Bi van êrişan xwestin gel ji derdora rêvberiya xweser dûrbikin û rêvberiyek bê pêşeng û civakek bê tifaq bihêlin.

‘DI HER TEBAXÊ DE DIVÊ EM PÊNGAVEKE NÛ BIDIN DESTPÊKIRIN

Em wek Reveberiya Xesewer şehîdên meha Tebaxê bibîrtînin û bejna xwe ber bîranîna wan ditewînin. Çawa di 15’ê Tebaxa 1984’ê li dijî faşîzmê pêngavek nû hate despêkirin, pêwîste em wek civaka Êzidî her Tebaxê pêngavek nû bidin destpêkirin, rêxistina xwe xurt bikin, li axa xwe xwedî derkevin û bersiva dijmin bidin.

Wek tê zanîn di roja me ya îro de jî hîna ev pilanên qirkirinê li ser gelê me tên kirin. Dibe ku ne bi êrişên şêwazê DAIŞ’ê ye, lê xeteriya vê êrişa ku gelê me koçber dike, ji êrişên çeteyan xetertire. Li ser vê xeteriyê pêwîste gelê me hişyar be û nekevin bin bandora tu kesekî. Dest ji axa xwe bernedin. Dest berdana ji vê axê ne çareserî ye. Mayîna di nava wargehên koçberiyê de li Başûrê Kurdistanê be yan jî her cihekî din be, tê wateya ji ax, can û zimanê xwe dûrketinê. Di nava wargehên Başûrê Kurdistanê de ev 8’salin gelê me di êşkencê re derbas dibe. Çadirên wan tên şewitanin, zext liser wan tên kirin. Di nava 8 salan de bi dehan kes hatine qetilkirin. Rêvberiya Başûrê Kurdistanê bi erka û berprisyartiya xwe nerabuya li himber van kiriyara. Pêwîste gelê me vê li ser xwe qebûl nekin bêdeng nebe.

Gelo zarokek 6 salî wek Axînê ku ji ber hovitiya çeteyan malbata wê reviya, çi sûcek wê hebû heya rastî êşkence, destdirêjiyê bê û li gel bavê xwe bê qetilkirin. Ev herêma ku gelê me ji bo parastina xwe û aramiya wê berê xwe danê çima gelê me têde tê qetilkirin. Ji bo ev bûyer neyên dûbarekirin çareserî vegera liser axa xwe ye.

Carekî din em sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Em sersaxî ji malbata Şêx Mîrza re dixwazin ji ber qetilkirina Axîna biçûk û Babê wê Faroq Mîrza.

Em di dawiyê de didin xuyakirin ewê Pêngava 15’ê Tebaxê her dinava me de geş bibe, em wek civaka Êzidî heya serkeftin û azadiya xwe emê  bi ruhê 15’ê Tebaxê li ser têkoşîna xwe berdewam bin. Şengalek Xweser û Azad emê diyarî malbatên şehîdan û tevahiya gelê xwe  bikin.”

ANHA

Back to top button