Duh, Yekşemê, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civîneke girseyî ji bo jinên taxa El-Nehda ya bajarê Reqayê bi amadebûna hejmarek jinên taxê li dar xist.
Di destpêka civînê de beşdaran deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê sekinîn.
Piştre endama Meclîsa Jin a partiyê “Rîm Îdrîs” li ser partiyê, rola jin di partiyê de û çawa jin ji bo malbatên xwe ji şerê taybet ê ku li dijî jinan û komên ciwan tê meşandin, bê parastin.
Rîm bal kişand ser gefên Tirkiyê yên vê dawiyê yên li ser dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herwiha pêwîstiya girtina rêzan ji bo avakirina bendaveke xurt li hember êrişan û têkdana aramî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Rîm Îdrîs tekez kir li ser pêwistiya akîvkirina şerê gel ê şoreşgerî ji bo bidestxistina serketin û azadiyê.