ManşêtNûçe

KNK: Li seranserê Kurdistanê bi ruhê 15’ê Tebaxê berxwedaneke bêhempa tê meşandin

Konseya Reveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de işaret bi zilma cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê hate kirin û hate gotin, “Sala 1984, roj 15ê Tebaxê. Kurdistan û Tirkiye di bin zilma cûntaya faşîst ya 12’ê Îlona 1980’an de dinaliya. Zilm bêhed û êşkenceyên hovane, jiyan li xelkê heramandibû. Zindan bi azadîxwazan ve hatibûn tijîkirin. Cûntaya faşîst xweliya mirinê bi ser xelkê reşandibû. Di nav van şert û mercên giran de xelkê Kurd û pêşengên bizava neteweyî ya Kurdistanê, serî li hember zilma dewleta Tirk netewandin û berxwedaneke xurt raber kirin. Ji zindanan heta hemû qadên jiyanê têkoşîneke bêhempa hate dayîn.”

‘ÇIRÛSKA 15’Ê TEBAXÊ ÎRO BÛYE AGIREKÎ GUR Û GEŞ LI WELÊT Û ROJHILATA NAVÎN’

KNK’ê diyar kir ku berdêlên giran hatin dayin, li dijî zilma dewletê ala azadiyê hate bilindkirin û wiha dewam kir, “Di wê atmosfera dijwar de têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û bi teqandina fîşeka 15’ê Tebaxê ya 1984’ê, banga azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û Dinyayê careke din hate îlankirin. Di wê hemleya mezin û dîrokî de, vê carê Dihê û Şemzînan bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa ya çekdarî ya li Bakurê Kurdistanê. Bi wê hewildanê ve çirûska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilat Navîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadiyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin a gerîlla li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ev hemle û pêngava 15’ê Tebaxê bila li temamî xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz be.”

‘LI SERANSERÊ KURDISTANÊ BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ BERXWEDANEKE BÊHEMPA TÊ MEŞANDIN’

KNK’ê êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd bi bîr xist û wiha got: “Di salvegera 38’an a 15’ê Tebaxê de jî dewleta Tirk êrîşkariya xwe bi hemû rê û metodan didomîne. Dewleta Tirk li beramberî hêz, şiyan, berxwedan û têkoşîna xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan ketiye nav eczeke kûr û bi vê hirs û kînê şer û êrîşkariya xwe her diçe zêde dike. Ji hewayî, ji bejahî bombeyên jehrê û agirî li ser xelkê me dibarîne. Êrîşên dewleta Tirk tenê li Bakurê Kurdistanê nîne, li Rojava û Başûr jî roj bi roj dewam dike. Li van herêman û li seranserê Kurdistanê, bi ruhê 15’ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa tê meşandin.”

KNK’ê di dewama daxuyaniyê de wiha got: “Dewleta Tirk îro zîviriye rojên berê yên salên 80’î û dixwaze berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadiya Kurdistanê bifetisîne. Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Şîdet û êşkenceya ji aliyê polîs û leşkeran ve bûye karekî rûtîn yê jiyanê li ser hemû xelkê Kurdistanê. Lê ev kiryar hemû hewldanên pûç û bê bingeh e.

Bi vê bîr û hizirê em wekî KNK, salvegera 15’ê Tebaxê ya 38’emîn bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Çi şehît, çi sax yên ku ev gava dîrokî avêtine û dane avêtin, bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wan ne û em ê li ser şopa wan bimeşin.”

ANF

Back to top button