ManşêtNûçe

Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî projeya mêtînger daxuyanî da

Meclisa Jinan a Sûriyê li pêşiya avahiya Komseriya Bilind a Penbaran a li Qamişloyê daxuyanî da û tê de bal kişand ser siyasetên guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û got:

Planên dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re, bi ragihandina avakirina avahiyên mêtîngeriyê ji bo bicihkirina derdora milyonek penaberan tê de, ketin meriyetê.

Recep Tayyîp Erdogan di 3`yê Gulanê de ragihand ku ew amadekariya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablus, Girê Spî û Cerablus dike da ku milyonek penaberên sûrî lê bi cih bike.

Beriya gelek salan û heta îro, dewleta Tirk a dagirker êrişî bakurê Sûriyê û Iraqê dike da ku destkeftiyên gelan têk bibe ku roleke mezin di şerê li dijî terora DAIŞ`ê de lîst.

`PENABER WEK KAXIZÊN ZEXTÊ DI ŞERÊN XWE DE BI KAR ANÎ`

Dewleta Tirk sûcên hovane li bakurê Sûriyê pêk anîn û çekên kîmyawî bi kar anîn. Her wiha bi destpêkirina aloziya Sûriyê re penaberên sûrî pêşwazî kirin. Lê piştî demekê niyetên wê eşkere bûn û penaberên sûrî wek kaxizekê zextê li dijî Ewropa bi kar anî da ku tawîzan ji wan bigire û li hember sûcên wê yên li dijî muxalifan bêdeng bimînin.

Erdogan penaberan ji bo guhertina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û tişta li Efrînê rû dide îsbata vê yekê ye.

Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên mirovî û exlaqî bînin cih, lêpirsînin adil û zelal li gorî pîvanên qanûnên NY`yê li dar bixin û sûcdaran li gorî lêvegerên pispor ên Dadgeha Cezayan a Navneteweyî darizînin.”

ANHA

Back to top button