ManşêtNûçe

Amerîka- komên parêzvan bang li Biden kirin da ku çekan nefiroşe Tirkiyê

Rêveberiya Biden, daxwaz ji Kongresa Amerîkayê kir da ku firotina alavên pêşxistina balafirên şer, moşkerên ezmanî û radaran ji bo Tirkiyê erê bike.

Ev daxwaz ji aliyê gelek saziyan ve weke “alarma xeterê” hat binav kirin.

Lewma komên ku berjewendiyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û Derya Spî li dijî firotina çekan ji bo Tirkiyê derketin.

Û ji bo ev yek neyê kirin bang li rêveberiya Biden kirin.

Komên ku di vê mijarê de ketine nava tevgerê ev in:

Koma Amerîkiyên Dostên Kurdistanê, Komîteya Netewî ya Ermenî, Komîteya Cihûyan, Koma Parastina Xirstiynan, Edalet ji bo Qibrisê û Platforma Rojhilata Navîn.

Endamên van koman bi taybet name ji Meclisa Nûneran û Kongresa Amerîkayê re şandin da ku rê nedin firotina çekan.

Di nameyan de ji Biden tê xwestin ku divê teqez bike çekên Amerîkî li dijî Kurd, Ermenî, Asûrî û Suryaniyan neyên bikaranîn.

Beriya niha derket holê ku Tirkiyê li Sûrî û Iraqê pergala xwe a leşkerî li dijî Kurdan û komên baweriyan bikar anîne.

Lewma pêwîste Amerîka rê nede vê yekê.

Ronahî

Back to top button