ManşêtNûçe

Derar: Armanca dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê ye

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Êrişên dagirkeriyê di rojên dawî de zêde bûne. Bi dehan gundên Minbic, Eyn Îsayê, Kobanê û Şehbayê hatin topbarankirin û balafirên bê mirov ên bi çek jî êrişan pêk tînin.

Di vê der barê de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ANHA re nirxandin kir.

Riyad Derar got: “Ji çend mehan ve êrişên bejahî û yên bi balafirên bê mirov ên bi çek ranewestiyane. Dewleta Tirk dixwaze bêje ku ew dikare rê li ber her projeyekê bigire ku li dijî armancên wê yên li herêmê be.”

Riyad Derar diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî derketine krîzên aborî li Tirkiyê dixwaze nîşan bide ku ew di nava şer de ye û balê li ser van krîzan rake.

Derar destnîşan kir ku dewleta Tirk sûd ji mijûlbûna Amerîka û Rûsya bi hin mijaran ve digire û dixwaze berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne. Her wiha got, pêwîstiya Amerîka û Rûsya bi rola dewleta Tirk hene, ji ber wê çav li kiryarên wê digirin.

‘KOÇBERKIRINA WELATIYÊN HERÊMÊ DEWAM DIKE’

Êrişên dagirkeriyê û projeya bicihkirina milyonek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî hemwextî hev hatine, li ser pirsa têkliya her du mijaran bi hev re Derar ev bersiv: “Ez bawerim ku zêdebûna êrişan bi armanca koçberkirina welatiyên herêmê pêk tê. Em dikarin bêjin ku mijar girêdayê guhertina demografî ye mîna ku niha li Efrînê tên kirin û hewl dide heman tiştî ku gundên nêzî Serêkaniyê û Girê Spî bike.”

Derar her wiha got: “Armanca dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê ye, ji ber ku  dixwaze kembereke ewle ava bike, lê di rastiyê de ew kembera şerên pêşbînîkirî ava dike.”

‘ZÊDEBÛNA ÊRIŞAN DI ÇARÇOVEYA MÎSAQA MILLÎ DE TÊNE KIRIN’

Hevserokê MSD’ê der barê êrişên li ser Bakurê Sûriyê û Iraqê de wiha axivî: “Êrişên ku li ser Iraqê têne kirin encama lihevkirina bi rayedarên herêmê re ye. Berjewendiyên hevbeş di dosyayên şer  de hene, mixabin ev xizmeta projeya kurdî û projeya niştîmanî ya Iraqî nake. Ev yek dihêle ku herêm bi rengekî ji rengan girêdayî Tirkiyê be. Em nikarin bêjin pêkanîna Mîsaqa Millî ye, lê belê pêkanîna armancên wê ne.”

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke dijwar kiriye. Gerîlayên azadiyê li hemberî van êrişan berxwedaniyekê raber dikin.

Têkilarî bêdengiya hikûmeta Şamê ya ji êrişên dagirkeriya Tirk, Riyad Derar ev tişt anî ziman: “Bêdengiya hikûmeta Şamê ya ji êrişan dewam dike, ji ber ku ew bi zehmetiyên jiyanî û aborî mijûl bûye, ji bilî daxuyaniyan nikare rû bi rûyî van êrişan rabe.”

Derar bi domdarî got: “Hikûmeta Şamê ji êrişan razî ye, ji ber ku lawazbûna herêmê dihêle herêm berê xwe bide hikûmetê, dibe ku di navbera Şamê û Enqerayê de lihevkirin hebe, taybet piştî têkliyên istixbaratî yên der barê dosyaya penaberan û mijara ku ew li ser dibêjin teror e de. Eger lihevkirineke wiha hebe dibe ku ji ber wê ev bêdengî heye.”

‘Komkara Erebî di xeweke giran de ye, dihêle Tirkiyê bi rehetî tevger bike’

Hevserokê MSD’ê di berdewama nirxandinên xwe de bal kişnd ser helwesta Komkara Erebî û got:” Em tu roleke wê di piraniya dosyayên erebî de nabînin, civînên wê jî rawestiyane, xuyaye Komkara Erebî di xeweke giran de ye, ew heta niha bi rêya daxuyaniyan jî bi erka xwe ranebûye.”

Riyad Derar di dewama axaftina xwe de ev tişt jî anî ziman:” Piştî dagirkirina Serêkaniyê, bang li me kirin, em bi wezîrên karê derve re li Qahîrayê civiyan, wan helwesta xwe li dijî gefên dewleta Tirk li nava sînor û xaka Sûriyê anîn ziman, wê demê ji ber di navbera welatên Ereb û Tirkiyê de alozî hebû, lê niha piştî lihevkirinan di navbera welatên Ereb û Tirkiyê de, welatên Ereb dengên xwe kêm kirin, ev jî hiştiye ku dewleta Tirk bi rehetî tev bigere.

Derar bal kişand ser hewildanên dîplomatîk ên MSD’ê ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê û wiha axaftina xwe domand:” MSD’ê di peyama xwe ya nerzîbûnê ji bo welatên cîhanê de dewam dike, lê tu fermiyeteke navneteweyî ya MSD’ê tuneye heta ku bersiva na bidin. Dewleta Sûriyê jî bê deng e bi erk xwe ranabe, ne li Konseya Ewlekariyê ne jî li NY, ev yek dihêle ku helwesta me lawaz be, tenê hewildan bi dewletên bi bandor re tên kirin, lê em nikarin bi ti rengî zextê bikin.

Riyad Derar diyar kir ku razîbûn der barê êrişên dewleta Tirk de tuneye, lê bêdengî heye û wiha got: “Ji ber ku ti kes nikare rê li ber Tirkiyê bigire. Tirkiyê dewleteke bi hêz û bi bandor e, kaxezan bi kar tîne, îdia dike ku ew parastina xwe dike, di heman demê de berjewendiyên wan dewletan dihêle ku ew bêdeng be. ”

Hevserokê MSD’ê destnîşan kir ku di encama aloziyê de dibe ku Sûriyê dabeşî rêveberiyên demdirêj û demkurt bibe, lê dê ne li ser hesabê yekperçeya xaka Sûriyê be, ji ber ku gelê Sûriyê dixwaze Sûriyê yekgirtî be.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Berjwendiya rejîmê ew e ku sûdê ji (Sûriyaya bi Sûd) werbigre,  parçeyê girêdayî Tirkiyê jî sûdê ji destdanîna ser herêmên bakur rojava werdigre. Belên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî banga yekperçeya Sûriyê  dikin û dixwazin li dijî rejîma dîktator hêzên opozisyonê kom bikin, diyalogan bi rêve dibim da bigihêjin çareseriyên siyasî, lê heta niha ti encam nehatine bi destxistin, ji ber ku em negihiştina qonaxa çareseriya siyasî, çi ji ber destwerdana welatên herêmê, yan jî ji ber berjewendiyê aliyên sûrî be.”

Back to top button