ÇalakîJinManşêtPYD

Şandeyek ji Meclisa Jin di PYD serdana nivîsgeha Jina Êzîdî li Tirbespiyê dike

Şandeyek ji Meclisa Jin û têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, îro serdana nivîsgeha Jina Êzîdî li Tirbespiyê kir bi armanca xurtkirina têkiliyan di navbera tevahiya pêkhateyan û bi taybet jina êzîdî.

Şande ji Zehra Semo û Şadiya Omer endamên Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk hat.

Di derbarê serdanê de rewşa rêxistinî di Yekîtiya Jinên Êzîdî li bakur û rojhilatê Sûriya hat nîqaş kirin, bi tabyet li herêma cizîrê.

Her du aliyan li ser çawaniya rêxistinkirina jinê bi xwe di nava Rêveberiya Xweser hat behs kirin, bi taybet piştî qirkirina der heqê jinê êzîdî hat kirin.

Her du aliyan tekez kirin li ser giringiya berfireh kirina bingeha rêxistinî û bi hev re kar bikin di riya çalakiyên hevbeş û li ser şopa felsefeya rêber Abdullah Ocelan bimeşin.

Back to top button