ÇalakîJinManşêt

Meclîsa Jin a PYD civînên rêxistinî li herêma Cizîrê didomîne

Bi berdewamiya hemleya rêxistinî ya ku Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD destpêkiriye, ji bo serdana herêman û li dar xistina civîanan ji rêvebirên partiyê, Meclisa Jin du civînên rêxistinî li navçeya Til Koçer û Dêrîk ya girêdayî herêma Cizîrê li dar xist, li buroya partiyê li navçeyê.

Piştî sekinandina deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê, li ser rewşa siyasî û geşdanên siyasî li ser qada Sûriya bi giştî û li bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet axivîn.

Di der barê civîanan de hat tekez kirin li ser pêwistiya belavkirina zanînê di navbera civakê de ji bo ji rewşa kuştinê û xwekuştinê xelas bibin, ya ku jin der heqê xwe pêk tîne ya ku sedema wê ya sereke zextên ku li hember wê tê di civakê de.

Di dawiya civînan de deriyê nîqaşê li pêşiya rêveberiyan hat vekirin ji bo rewşa rêxistinî û mekenîzmeya karê jinê li hemû herêman.

   

 

Back to top button