ÇalakîManşêt

Nûneratiya partiya me li herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeya KNK dike

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê, duh roja Çarşemê 2021-6-9 pêşwaziya şandeyek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî KNK kir, bi hevserokatiya “Zeyneb Murad” hevseroka KNK, nûnerê partiyê “Nûrî Eseed” û endamên buroya têkiliyên nûnertiyê li baûşr pêşwaziya wan kirin.

Di heevdîtinê de, her du aliyan li ser pêşketin û geşdanên dawî li ser qada Kurdistan nîqaş kirin, bi taybet bûyerên herî dawî li herêmên sînor li baûşr, her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya çareserkirina tevahiya pirsgirêkan di riya diyalogê û danûstendinan, tekez kirin li ser pêwistiya xurtkirina têkiliyên kurdistanê di navbera hemû aliyan, ji bo li hember êrîşên dewleta Tirk û pilanên wê bi yek helwestî bisekinin.

Hêjayî gotinê ku civîna bi nûnertiya PYD, di nava civîn û hevdîtinên ku KNK pêk tîne bi partî û aliyên siyasî li herêma Kurdisatnê, ji bo bi yek dengî li dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin.

   

Back to top button