ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Partiya Komarî ya Kurdistanî li Qamişlo kir

Şandek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê duh 9’ê Pûşper serdana buroya Partiya Komarî ya Kurdistanî li Qamişlo kir.

Şande ji “Sema Bekdaş” berdevka fermî bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê, “Xelîl Osman” û “Rohat Mela Xelîl” hevserokatiya buroya têkiliyan di partiyê de, û şêx “Raxib El-Faris” endamê burya têkiliyan pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de sekretêrê Partiya Komarî ya Kurdistanî Bekrî Îsa, û Nûrî Husîn û Mihemed Emîn Elî endamên partiyê.

Di axaftina xwe de, her du aliyan li ser rewşa siysî li herêmê bi giştî, û li herêmên baku û rojhilatê Sûriyê bi taybet, û rola partiyan di Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Surî, û pêwistiya dayîna mekanîzmeya piştgirî, pêşxistin û danûstandina nêrînan axivîn.

Her du aliyan tekez kirin li ser ruhê biratiyê û jiyana hevbeş di nav bera hemû pêkhatiyên herêmê de, pêdiviya kordînasyona di navbera hemû partiyan de, danûstandina serdanan di nav bera wan de û dayîna çareseriyên guncaw ji bo pirsgirêkên hundirîn ku berjewendiya giştî pêk tîne.

Di dawiya serdanê de, her du alî tekezî li ser xebat ji bo çalakkirina hemû insiyatîfên ku di berjewendiya pêkhatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne ji bo qitkirina rê ji her kesê ku hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe, kirin.

    

 

Back to top button