ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin a PYD civîneke rêxistinî li navçeya Şênran li dar xist

Di çarçoveya hemleya rêxistinî ya ku Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat destpê kirbû, Meclisa Jin îro di dîroka 27’ê Gulanê, civîneke rêxistinî ji rêveberiyên xwe re li dar xist li navçeya Şêran ya girêdayî herêma Firtê, li nivîsgeha partiyê li navçeyê.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre Zehra Semo berdevka Meclisa Jinê li ser binpêkirinên ku li dijî jinan pêk tê axivî, her wiha îşaret kir li ser rewaşên kuştina jinan û rewşên xwekujiya jinan bi sedema zextên civakê.

Her wiha Semo tekez kir li ser pêwistiya bilindkirina têkoşînê ji bo li hember zextên civakê bisekinin, û rola rêveberiyan ya çalak hebe di zanebûna jinê.

Sara Xelîl endama Meclisa Giştî li ser şerê taybet ji hêla Kapitalist û zihniyeta baviksalarî pêk tê, axivî.

Di dawiya cîvînê de, deriyê nîqaşê li ber rêveberiyan hat vekirin li ser rewşa rêxistinî û mekenîzmeya karê jinê li navçeyê.

   

Back to top button