ÇalakîManşêt

Erîfa Bekir: Projeya Demokratîk di nava hemû pêkhateyan de hezkirinê diçîne

Endama Meclisa Giştî di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Erîfa Bekir di dema lidar xistina kongireya damezrîner a Partiya Soraya Demokratîk “El-Aşûrî” li salon Rewabî li bajarê Qamişlê duh 26’ê Gulanê axivî û got: Çareseriya Ji bo derbaskirina projeya dewleta neteweyî ya ku civak parçekir û alozî di nav bera gelên ku bi hezkirin dijiyan çêkir, ew e Projeya Netewe Demokratîk a ku Rêveberiya Xweser birêve dibe, ya ku ji hêla feylesûf Ebdullah Ocelan hat pêşkêş kirin.

Di axaftina xwe de Bekir bang li hemû gel û pêkhateyên Sûrî kir ku parastina yekîtiya xwe ya niştimanî û xurtkirina jiyana hevbeş ji bo avakirina civakek Sûrî ku li ser bidestxistina azadî û edaleta civakî ji hemû gel û pêkhateyên Sûrî dike.

Di dawiya axaftina xwe de endama Meclisa Gişt di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hêviya serkeftin, ber bi Sûriya demokratîk û nenavendî biçe, parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriya û xebata bi hev re ji bo ewlehiyê û aramiyê kir.

Di heman çarçoveyê de endamê komîteya damezrîner ê Partiya Soraya Demokratîk Aho Hena li ser armanca Partiya Soraya Demokratîk axivî û dest nîşan kir Armanca damezrandina vê partiyê ew e parastina hebûn û nasnama me ya netewî, da ku em karibin hafên mê yên destûrî li her deverî bixwazin, û ji bo em bibin alîkar bi avakirina Sûriya pirrengîn ji hemû gelan Sûrî re, her wiha ji bo hebe naskirinek destûrî û fermî bi zimanê me û çanda me.

Hêjayî bibîr xistinê ku kongireya damezrîner a Partiya Soraya Demokratîk ji pêkhatiya El-Aşûrî duh 26’ê Gulanê li bajarê Qamişlo li salona Rewabî, bi beşdariya hijmarek ji partiyên siyasî û kesayetên olî û endamên Saziyên Civaka Sivîl hat lidar xistin.

Back to top button