ÇalakîManşêt

Endamên PYD serdana kampa Waşûkanî û Serê Kaniyê li Hesekê kir

Endamên meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat, roja çarşemê 26 gulanê çûn serdana kampa waşûkanî û kampa Serê kaniyê li bajarê Hesekê ji bo vekolîna mercên koçberan.

Û şande di gel her yek ji rêvebiyên kampa waşûkanî ”Sitêr Reşik û Hecî Hemîd civiya û rêveberiya kampa Serê Kaniya Yûsif dawê.

Şandeya Partiya Yekîtiya Demokrat ji nav endamên meclisa giştî bû, ji nav pêk dihat. Xelîl Osman, Şêx Raxib El-Faris, Şerîfa Hesen û Şêrîn Îssa û Sirûr El-Şemerî, û Feyrûşe Remedan hev serokê birêvebiriya penaber û mirovên koçberikirî yên navçeya Cezîrê ye.

Endamê şandeya partiyê lêkolîn kir li ser rewşa jiyanî, tendirûstî , karûbar û ya perwerdeya koçberên li her du kampan. Agahdar bû ku şandê diyar kir ku di rojên pêş de wê serdana malbatên kampê re hevdîtinê bike da ku nas bikin daxwaz û hewcedariyên wan.

Şande di dema nîqaşên xwe de bi rêvebiya her du kampan re kêmasiyên ku hene ji bo derbaskirina van kêmasiyan û hewcedariyên malbetên di kampê de hene.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê û aliyên girêdayî terorîstên Sûrî yên alîgirê wê operasyona leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê bi navê Kaniya Aştiyê di nehê çirî ya 2019’an hat ragihand. Di encamê de dewleta Tirk kontrol kir li ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî û beşên ji gundê wên. Û operesiyona ku çêbû bû sedema koçberkirina bi sed hezaran şêniyên herêmê ji malên xwe û berê xwe dan herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de.

      

Back to top button