Nûçe

Meclisa Girkê Legê ji bo guftûgokirina rewşa heyî bi oldar û meleyan re civiya

Di 11/5/2023 de meclisa Navçeya Girkê Legê bi oldar û mele û wa’zên mizgeftan re li hev civiyan û rênîşandan kirin.

Ev jî encama şert û mercên dijwar ên heyî yên di hemû astan de  li herêmê bi taybetî, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî û derketina nîşaneyên şerê cîhanê yê sêyemîn.

Rêheval Mihemed Idrîs bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest bi civînê kir, piştre maf da berdevkê ola misilmantîyê Şêx Sînan.

Şêx Sînan behsa hin welatan kir ku ya yekem dewleta Tirk e ku rastiyan berovajî dikin, Kurdan  wek kafir şermezar dikin û miletên Ereb, Îslam û Cîhanê li dijî pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê dizivirînin.

Piştre li ser navê oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêheval Dewran El-Haşimî axivî û bang li weazan kir ku rastiyan bînin ziman û di parastina xwe û civakê de cih bigirin.

Herdu rêheval Idrîs û rêheval Feremez jî bang li oldaran kirin ku fikra biratî û evînê belav bikin.

Back to top button