JinManşêtNûçePYD

Meclisa Jin a PYD amadekariya li darxistina Forumek diyalogî dike

Jin nîvê civakê ye û nîvê din jî perwerde dike, tevî wisa jî her tim îşkence li ser jinê tê kirin, çi ji aliyê civakê çi ji aliyê zihniyeta baviksalarî. Têkildarî vê mijarê meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokatîk PYD di bin dirûşmeya “Ragihandin û rola wê li ser tundiya li dijî jin” de, forumek diyalogî wê li dar bixe

Endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD “Şadiya Omer” di hevpeyvînek taybet bi malpera me re li ser vê mijarê axivî û got: Di rojên bê de fomumek diyalogî wê bê li darxistin di nav hemleya me ya sêyemîn de ku li ser tundiya li dijî jinê hat destpêkirin.

Li ser mojara forumê Şadiya Omer diyar kir: Du mijar di forumê de wê wer lidar xistin mijara yekemîn wê li ser Ragihandin û mijara duyemîn Qanûnî ye. Mijarên ku em ê li ser nîqaş bikin kuştina jin ye û armanca me ji vê yekê helwestek were dayîn û çareseriyek ji vê diyardeyê bê dayîn, li ser vî esasî em amadekariya vê forumê dikin.

Omer destnîşan kir: Bi rastî di qonaxa niha de me dît ku pêwîst e bi riya ragihandin û qanûnê de deng bidin aliyên elqdar da ku çareseriyekê deynin li ber kiryarên li dijî jinê

Omer wiha domand: Di fomuma diyalogî de, zêdeyî 50 kes tevlî forumê bibe û aliyên ku beşdarî vê forumê bibin kesayetên rewşenbîr û serbixwe, partî û ragihandina giştî ye.

Omer diyar kir ku di forumê de perspektîf bên derxistin.

Şadiya di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: Di şoreşa Rojavayî Kurdistanê de em dibînin çawa rola jinê tê de hat meşandin, tevî wiha jî em dibînin çawa kuştina jinê zêde dibe û êrîş li ser jinê tê kirin,

Omer wiha lê zêde kir: Em dixwazin pêşî li van kiryaran bigirin ku jin êdî nebin hedef û neyê kuştin ji bo jin nebê qurbana her tiştî.

Endama meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk wiha bi dawî kir: Em dixwazin aliyên aleqdar tevlî forumê bibin û nîqaş li ser vî esasî bikin û çareseriyekê deynin li ber van kiryarên li dijî jinê.

Back to top button