ManşêtNûçe

Mazlûm Ebdî zehmetiyên ku rastî QSD’ê tên û sazumaniya nû diyar kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca erêkirina qanûna Hêzên Xweparastinê civînek li Eyn Îsa yê li dar xist. Fermandarê giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî di civînê de axivî. Ebdî geşedanên siyasî û leşkerî yên herêmên Rêveberiya Xweser şîrove kir.

Ebdî wiha got: “Piştî ku DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk çû, zehmetiyên ku rastî QSD’ê tên tinekirina şaneyên veşartî yên çetan in. Di dema niha de xebatên me di vî warî de berdewam in. Zehmetiya din jî gefên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li dijî herêma rojavayê Firatê ne.”

Ebdî tekez kir ku QSD ji bo her tehdîdek a li dijî herêmê amade ye. Her wiha balkişand  ku ew her tim danûstandinê bi Tirkiyê re tekez dikin û çareseriya leşkerî naxwazin.

Ebdî startejiya nû ya tunekirina şaneyên DAIŞ`ê, bi rêya hevkarî û koordîneya bi Koalîsyona Navdewletî re destnîşan kir.

Ebdî di berdewama gotinên de got: “Di danstandinên me yên bi rejîma Sûriyê re du daxwazên sereke hene; îtîrafkirina bi Rêveberiyên Xweser re û 7 rêveberiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ya din parastina taybemendiya QSD`ê ye.”

Di mijara leşkerî de Ebdî destnîşan kir ku QSD sazumaniya xwe wiha ji nû ve ava dike; 15 meclisên leşkerî ava kirin ku nîvê wan ciwanên her rêveberiyekê ne û fermendarê her meclisekê jî ji ciwanên herêma ku meclis lê ava bûye, ne.

Ebdî wiha domand: “Piştî têkçûna DAIŞ`ê, me sazumaniya QSD`ê ku hejmara wê derdora 70 hezar şervan e ji nû ve ava kir: 30 hezar şervan ji bo parastina sînor, 5 hezar şervan hêzên leşkerî û yên din di nav focên QSD`ê de, ne.

Di dawiyê de Ebdî wiha got: “Têkiliyên me bi Koalîsyona Navdewletî re ya ku rolek di şerê li dijî terorê de lîstiye baş in. Li ser bingeha dostaniya leşkerî ne û hertim pêş dikevin.”

Back to top button