Mamosteyê beşê siyasetê li Zanîngeha Qudis Dr. Eymen Reqeb ji ajansa ANHA re axivî û got: “Mafê kurdan heye çarensûsa xwe bi xwe diyar bikin ku bixwazin xwedî dewleteke serbixwe bin an jî beşek ji dewleteke xwedî gelek netewe be. Ev mafê Kurdan û her etnîneke li herêmê ye.”
Eymen Reqeb got: “Em filistînî dixwazin her kes azadiya xwe bi dest bixe, ji ber ku me zor û zehmetiya zilim û dagirkeriyê kişandiye û em naxwazin ev zilim li ser tu gelên din ên herêmê were kirin.”
Reqeb destnîşan kir ku Kurd li Îranê hene, her wiha li dewleta Tirk û zêdetirî deverekê ji herêma erebî hene, ji wan Sûriyê û Iraqê. Dr Eymen Reqeb got: “Li ku derê dibe bila bibe em bi kesên ku biryara çarenûsa xwe bidin re ne.”
Reqeb da zanîn ku Kurd beşeke resen ji herêma erebî ne û ne biyanî ne, hevbendiya bi wan re hevbendiyeke erênî ye û wiha dewam kir: “Kurd ne wek dagirkeriya Îsraîlê ne ku mixabin niha bi hin welatên Ereb re hevalbend e.”
Di dawiyê de mamosteyê beşa siyasetê yê Zanîngeha Qudis got: “Hevbendiya bi Kurdan re maf û erkeke, ez hêvîdar im ku bo berjewendiyên her kesî peymanek hebe, li heberî gelek rûbirûbûan hewcedarî bi hevbendiya bi Kurdan re heye.”