ManşêtNûçe

KNK’ê êrişên DAIŞ’ê li dijî Başûr şemezar kir

Konseya Rêveber ya KNK’ê têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de got:

“Ev demek e DAIŞ êrişan dike. Di taybetî êrîşên xwe di devera maddeya 140’an de zêde kirine. Him gel û him jî pêşmerge şehîd dibin. Rast e her kes DAIŞ’ê û xwînxwarîya wê nas dikin, lê êrişên li ser van deveran bê destek nînin û planên dijmînên gelê Kurd li pişt wan e. Ji Şengalê heta Xaneqînê gelê me yê di devera maddeya 140’an de di bin tehdîdan de ye.

Beriya çend rojan DAIŞ’ê êrişî çend deverên kirin, weke li der dorê Kerkûkê, Kifrî, Kelar û hin herêmên din jî. Di encamê van êrîşê de çend pêşmerge şehîd ketin. Şeva din jî li Mexmûrê, DAIŞ’ê êrîşê gundê Xidircîce û benda pêşmergeyan kir. Di encama êrîşê de 10 pêşmerge û sê gundî şehîd ketin. Em KNK, xema malbatên şehîdan par ve dikin, ji malbatên wan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Li aliyê din ev demek e dirêj e her kes dizanî ku DAIŞ di çiyayê Qereçox de, xwe rêxistin dike û carinan jî êrişan dike. Ev êrîş jî ne ecêb û xerîb e. Lê ya nexweş ev e ku li hember van êrîşan tevbîrên pêwîst nehatine stendin. Mixabin Hukumeta Herêma Kurdistanê, tevdîrên pêwist nestendiye.

Gelê me yê li van herêman dijîn di bin xetereyeke mezin de ne. Ev mesele ne meseleya partiyekî ye. Ev mesele ya hemî Kurdistanê ye. Divê hemû hêzên Kurdistanê xwe ji parastina van deveran berpirsyar bibînin û bikevin nava tevgerê. Di vî warî de berpirsyarîya mezin ya Hikumeta Herêmê ye û divê zûtirin demê de tevbîrên pêwîst bên stendin.

Em wekî KNK jî, em ê di nava vê xebatê de cihê xwe bigrin. Em ji hemî partî, rêxistin û kesayetîyên endamê KNK’ê jî dixwazin ku derfetên xwe ji bo parastina gelê me yê li vê herêmê seferber bikin.

Bi vê munsebetê em carek din şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîr tînin, sersaxîyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û êrişkaran şermezar dikin.”

ANHA

Back to top button