ManşêtNûçe

Cîgirê nû yê nûnerê Amerîkayê serdana nûnertiya MSD’ê li Washingtonê kir

Cîgirê nû yê nûnerê Amerîkayê bo Sûriyê Matthew Pearl tevî cîgirê berê David Bronstein duh ji bo nîqaşkirina dosya Sûriyê, geşedanên dawîn û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê, serdana nûnertiya MSD`ê li Washingtonê kir.

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Pearl û Bronstein ji aliyê nûnera MSD`ê li Washingtonê Sînem Mihemed û endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê li Amerîka Besam Îshaq ve hatin pêşwazîkirin.

Cîgirê nû yê nûnerê Amerîka bi MSD`ê re pêşketinên di dosya Sûriyê de, dozên têkoşîna li dijî terorê û mayîndekirina îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Nûnera MSD`ê Sînem Mihemed jî behsa gefên dewleta Tirk, astengkirina hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve bi rêya dagirkirina herêmên berfireh ji bakurê Sûriyê û piştgirîdayîna komên radîkal û tundraw, kir.

Di hevdîtinê de her wiha rewşa aborî li herêmê, hewldanên Washingtonê yên pêkanîna hevsengiya aborî li herêmên ku ji QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî rizgar kirine, hatin nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ku ji dema cîgirê nû yê nûnerê Amerîkayê dest bi erka xwe di nava tîma Wezareta Karên Derve ya Amerîka ya taybet bi dosya Sûriyê de girtiye, ev serdana wî ya yekemîn e.

ANHA

Back to top button