Lijneya rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokrat îro di dîroka 2021-7-14 roja Çarşemê, daxuyaniyek da raya giştî bi boneyaq 14’ê Tîrmehê, daxuyanî li buroya PYD navçeya Qamişlo beşê rojhlat hat dayîn bi her du zimanan Erebî û Kurdî.
Daxuyanî ji bo raya giştî:
Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû çirûsk û bingeha derketina tevgera azadiya Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê bi pêşengtiya hevalên şehîd, Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûs, Akif Yelmaz û Elî Çîçek d sala 1982’an, de di zindanên Amedê de, ev berxwedan bû bingeha şoreşeke mezin û ta şoreşa Rojavayê Kurdistanê berdewam dike li ser esasê berxwedan jiyan e, bi fedekariyeke bêhempe tê meşandin ji bo pêkanîna xewin û xeyalên qehremanên azadiyê.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû dibistaneke tê de hemû rêbazên berxwedan û têkoşînê ji bo hemû gelan hatin dayîn. Her wiha berxwedana dîrokî di girtîgeha Îmraliyê, hezarên girtiyên zindanan dewleta Tirk a faşîst de û ji aliyekî din ve berxwedana ku bi tîpên zîrîn di rûpelên dîrokê de tên nivîsandin li ser çiyayên azad di Ava şîn, Metîna, Xakûrk û li ser hemû xaka kurdistanê.
Bijî berxwedana zindanan
Bijî berxwedana Îmralî
Bimre îxanet
Berxwedana jiyan e
14.7.2021
Meclisa PYD, ê ya bajarê Qamişlo