ÇalakîManşêt

Şandek ji Partiya Sûriya Pêşerojê serdana nevenda me li Qamişlo kir

Duh şandeyek ji Partiya Sûriya Pêşerojê serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat li Qamişlo kir.

Şandeya serdan kir ji: Seroka buroya têkiliyan di Partiya Sûriya Pêşerojê de Cela Hemzawî, serokê buroya têkiliyan li Qamişlo Miwefeq El-Ehmed, Ferhan Ebû Ciwan, Mensûr Şêx, û Mensûr El-Selûm endamên têkiliyên partiyê, her wiha Necla Xelef seroka buroya Maliyê û seroka buroya ragihandina partiyê li Qamişlo Cînan Mecdo, pêk hat.

Şande ji hêla hevserokatiya buroya têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokrat de Xelîl Osman û Rohat Mele Xelîl her wiha Mehmûd Hemê endamê meclisa Giştî di partiyê de hatin pêşwazî kirin.

Nîqaş li ser pêşketinên dawî yên siyasî li herêmê û destkeftiyên hatin bidesxistin li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyaq, bi saya fedekariyên hêzên me, hat kirin.

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê pesnê projeya Rêveberiya Xweser dan, îşaret kirin li ser pêwistiya xurtkirina projeya Rêveberiya Xweser, wekî din riyên pêşketina diyalogê di navbera tevahiya aliyê siyasî, ji ber ku ev proje çareseriya tekane ye ji aloziya Sûriya.

Her du aliyan destnîşan kirin di der barê axaftinan de li ser pêwistiya domandina van hevdîtinan, û vakirina têkiliyan di navbera tevahiya partiyên siyasî.

Hêjayî gotinê, ku Partiya Sûriya Pêşerojê sala 2018’an hat damezirandin, û kongreyê damezirandinê ya partiy li bajarê Reqa hat li dar xistin.

 

Back to top button