ManşêtNûçe

Dagirkeran 25 malên gundekî navçeya Şera ya Efrînê rûxandin

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku hin agahî girtin e ji çavkaniyekî taybet ji gundê Qurtqulaqê ku ji tirsa dagirkeran nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 25 malên şêniyên gund, kargeheke zeytûnan a gund û dikanên bazirganiyê bi rêya treksan, rûxandine.

Çavkanî daxuyand ku artêşa dagirker û çeteyên wê gef li şêniyên gund xwarine da ku bêdeng bin û rûxandina mal û milkên şêniyan eşkere nekin. Her wiha piştrast kir ku şêniyên gund piştî dagirkirina Efrînê rastî sûc û binpêkirinên mezin hatin.

Dagirkeriya Tirk li dijî sivîlên Efrînê sûcên herî xirab wekî kuştin, revandin, îşkencekirin, tecawizkirin, bac, avakirina avahiyên mêtîngeriyê, rûxandina cihên dîrokî, birîn û şewitandina darên zeytûnan û dizîn û talankirina berheman, pêk anîn. Saziyên navneteweyî yên mafên mirovan li hemberî van sûcan xwe ker, kûr û lal kirine.

Back to top button