ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser ne cihê şerê hêzan e

Endama Konseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Foza Yûsif, ji bo êrîşên hêzên girêdayî Îranê yên li herêmê diyar kir ku Îran dixwaze bi vê zextê Amerîka ji herêmê derxe û ev tişt got: Ev êrîş aramiya herêmê xira dike û divê hemû hêz li dijî vê yekê bi berpirsyarî tevbigere.

Di vê çarçoveyê de Endama Konseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Foza Yûsif wiha ji Xwebûn re nirxandin kir.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di vê dema dawî de wiha anî ziman: Armanca erîşên dewlata tirk ew bû ku binesaziya Rêveberiya Xweser têk bibe, gelê herêmê bitirsîne û rê li pêşiya koçberiyeke komî vebike. Her wiha ew guhertina demografîk ku li deverên dagirkirî pêk tîne bi rêya van êrîşan li hemû herêmên kurdan bi pêş bixe. Lê ez dikarim bibêjim ku gelê me di ferqe vê polîtîkayê de ye û berovajiyê vê hîn bêtir xwedî li Rêveberiya Xweser derket. Bi xwepêşandanê di bin bomberdûmanê de xwedîderketina xwe ya ji bo şehîdan teqez kir ku ew dest ji nirxê xwe bernade. Her wiha bêguman armanca duyemîn jî ew bû ku Rêveberiya Xweser di hêla aborî de hilweşîne. Gelek xesarên madî çêbûn. Li gorî lêkolînên ku saziyên Rêveberiya Xweser kirine li cihên ku hatine wêrankirin zêdeyî milyarek dolar xesar çêbûye. Ev bêguman ne hindik e. Bi milyonan mirov bê av, ceyran û sotemenî man. Tirkiye polîtîkaya xwe ya qirkirinê bi vê rêbazê dewam dike. Ev qirkirina aborî ye.

Tirkiye polîtîkaya Îsraîlê ya li Xezayê weke sûcê mirovahiyê pênase dike, lê ew her roj sûcê şer dike. Tişta ku ji bo Xezayê dibêjin durûtî û sextekarî ye. Kuştina kurdan rewa dibînin lê li dijî kuştina filistîniyan derdikevin. Zarokên kurdan dikujin û li dijî kuştina zarokên Filistînê derdikevin. Ev hemû ji bo ku çavê raya giştî boyax bikin û sûcê xwe veşêrin dikin. Hikûmeta Erdogan û Behçelî hikûmeteke munafiq e, bi navê misilmantiyê dixwaze cîhana îslamê bixapîne, lê rastî ne wiha ye karê ku ew dikin dijminatiya li misilmantiyê ye û li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye. Her çiqas bixwazin xwe veşêrin jî herkes bi derewê wan hisiyaye û nema dikarin rûyê xwe yê qirêj veşêrin. Wezîrê Karên Derve bi devê xwe “em ê binesaziyê hedef bigirin” sûcê şer îtîraf kir. Ev jî asta faşîzma wan û hovîtiya wan diyar dike.

Foza Yûsif bal kişand li ser guhertinên ku li herêmê çêbûye ji destpîka şoreşê heta niha û wiha domand: Bi rastî gelek guhertin çêbûn; hem guhertinên baş û hem jî guhertinên nebaş. Guhertina baş ew e ku Rêveberiya Xweser tevî hemû alozî û êrîşên li dijî xwe jî dikaribû hebûna xwe berdewam bike. Pergaleke wiha demokratîk, bi derfetên gelek kêm û di nav ambargoyeke giran de xweparastin ne tiştekî hesan e. Ev yek vîneke mezin û tekoşîneke dijwar dixwaze. Her wiha gelê herêmê jî di van salan de dît ku Rêveberiya Xweser yekane mînaka serkeftinê ye. Weke pergaleke konfederal a demokratîk ku hemû nasnameyan bê ferq û cûdahî digire nava xwe û mafên wan mîsoger dike. Lewma çiqas lîstok çêdibin û şerê taybet tê meşandin jî bi ser nakevin. Bingeha vê jî xwe spartiya felsefeya neteweya demokratîk. Bêguman ev ne tenê ji bo gelan û baweriyan her wiha ji bo jinan jî ev pergal bûye cihekî ku jin dikarin bi awayekî azad xwe bi rêxistin bikin, bifikirin, biaxivin, kar û pêşengtiyê bikin.

Li gel vê gelek qonaxên neyînî jî çêbûn; bi taybet dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê qonaxên nû bûm. Ev yek birîneke mezin çêkir, ew dever roj bi roj bi qirkirinê re rû bi rû ne. Guhertina demografîk a ku dewleta tirk bi pêş dixe li ser hebûna gelê kurd xeteriyeke mezin çêdike. Lewma bi salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê re em di têkoşînê de dikevin qonaxeke nû. Ji ber şoreş berdewame, şer û alozî li Sûriye û li herêmê di asta herî bilind de ye, divê em jî xwe li gorî vê rastiyê amade bikin û nebêjin şoreş bi dawî bûye. Hîn jî metersiya qirkirinê ji ser me ranebûye. Her roj em şehîdan didin. Tişta girîng ew e ku em herdem agirê şoreşê zindî bihêlin û di nava hemû xebatên xwe de vî ruhî biparêzin.

Foza Yûsif behsa Aloziya li Dêrazorê kir û got: Aloziya li Dêrazorê berdewama polîtîkayên êrîşê yên ji bo têkbirina aramiya Rêveberiya Xweser e. Bêguman bi rêya sîxuran xwestin vê bikin. Armanca wan ew bû ku careke din li herêmê nijadperestî û fitneyê bidine dest pê kirin. Diyar e ku wan derfetê vê li Dêrazorê dîtine. Navê eşîran bi kar anîn û xwestin bi vî rengî bandor li gelê herêmê bikin. Di encamê de kesî li wan guhdar nekir. Ew kesên ku vê kirin aşîra wan jî li dû wan neçû. Lewma neçar man ku birevin gel rejîmê. Ev kes çete ne ji bo pera dikarin her tiştî bifiroşin. Bêarmanc in û di destê hêzên dijber de dibin amûr. Gelê Dêrazorê careke din diyar kir ku ew ji bo ajandeyên derve nema dibin amûr û pêşeroja xwe di Rêveberya Xweser de dibîne. Her wiha ew jî dizanin ku ev kes ne bi vîna xwe, bi aqil û hişmendiya dijmin tevdigerin, lewma ew hewldan têk çûn. Îro DAIŞ, çete û rejîm bi navê eşîran tevdigerin, lê ew bizanebûn vê bi kar tînin. Di rastiyê de aşîr ne bi wan re ne. Eşîr baş zanin ku ev hewldan beravêtî ne û pêşeroja van çeteyan nîne. Rewşa ku li Hesekê rûda vê yekê aşkera datîne holê. Rejîma Sûriyeyê piştî ku kesê bi navê Abdulqadir Hemû bi kar anî, ew kuşt.

Derbarê darizandina çeteyên DAIŞ’ê wiha got: Li gorî planê pêwîst bû heta niha darizandina wan çeteyên DAIŞ dest pê bikira, lê geşedanên ku çêbûn bandoreke mezin li ser amadekariyan kir. Bêguman ev xebatek berfireh e û pêwîst e di her aliyî de amadekarî baş bên kirin; ji komkirina delîlan bigire heta amadekirina dosyayên wan û amadekariyên lojîstîkî. Ji bo wê jî bawerim dema ev yek amade bibin wê darizandin dest pê bikin.

Ji bo şerê ku di navbera Îsraîl û Hemasê de wiha nirandin kir: Li gorî mirov rewşê dişopîne, hêzên sereke naxwazin şer fireh bibe, lewma her roj daxuyaniyan didin. Mirov dikare vê ji bo Amerîka û Îranê bibêje. Lê gelek caran weke ku tê xwestin nabe, dibe ku şer di înîsiyatîfa hin hêzan de dest pê kiribe. Lê bi demê re hin faktor çêdibin û şer ji kontrolê derdikeve. Bi rastî ev rîsk gelek mezin e, ji ber şerê ku îro Îsraîl li Xezayê dike gelek dijwar e. Bi daxuyaniya Serokê Hîzbûlahê Hesen Nasrallah a dawiyê aşkera bû ku wê baregehên Amerîkayê yên li herêmê bikin hedef. Ev yek qonaxeke nû ye. Lewma ne dûr e ku ev şer belav bibe.

Di berdewamiya axaftinên xwe de Foza Yûsif wiha zêde kir: Îran dixwaze ku Amerîka ji vir derxe û bi rêya hêzên girêdayî xwe zexta vê yekê dike. Bêguman ev kiryarên wiha û êrîşên bi vî rengî aramiya herêmê xera dikin, kesên sivîl û hêzên HSD’ê jî dikevin metirsiyê. Rêveberiya Xweser gelek caran diyar kiriye ku ew naxwaze ev erdnîgarî di bin rêveberiya wê de bibe cihê pevçûnên hêzên din. Ji ber ev yek xizmeta gelê herêmê nake. Li gorî nêrîna me divê ev şer belav nebe û divê hemû hêz li dijî vê yekê bi berpisyarî tevbigerin. Vekirina eniya nû ne ji bo berjewendiyê tu kesî ye.

Endama Konseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Foza Yûsif di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ser hevdîtinên wan bi Rûsiya û rêjîmê re û wiha domand: Dan û stendinên di navbera me û rejîmê de tu car qut nebûne. Lê mirov nikare bibêje ku di warê çawaniyê de guhertinek di polîtîkaya rejîma Sûriyeyê de heye. Ji bo çareseriyeke siyasî û aştiyane çêbibe me herdem vîna xwe diyar kiriye. Ji ber ku em çareseriyê di hundirê Sûriyeyê de dibînin lewma muxatebê me rejîma Sûriyeyê ye. Ji ber pirsgirêka Sûriyeyê bûye pirsgrêkek herêmî û cîhanî bêguman ev yek ne hesan e, lê em weke hêzeke ji xwe bawer û xwe dispêre hêza gelên herêmê ji erk û mafê me ye ku em ji bo çareseriyê têbikoşîn û israr bikin. Lewma wê herdem hewldan hebe ku em hem rejîmê hem jî hêzên peywendîdar ber bi çareseriyê ve bibin.

Back to top button