Li bajarê Valencîa ya Îspanyayê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi pêşengtiya Komîteya Jineolojiyê çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de li ser têkoşîna jinên Kurdistanê û konfederalîzma demokratîk panel hate dayîn. Panel li pirtûkxaneya bi navê La Repartîdorê hate kirin.
Di çalakiyê de peyama bi dîmen a Komîteya Jineolojiyê ya Rojava hate temaşekirin.
Piştî panelê ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, îmze hatin komkirin.
Piştî çalakiyan meşek hate lidarxistin û nêzî 50 kes meşiyan. Meş li meydaneke bajêr bi govendê bi dawî bû.
ANF