ManşêtNûçe

Bi boneya 8`ê Adarê Hevbendiya Neda banga yekîtiya jinan li Rojhilata Navîn kir

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê “Hevbendiya Neda” daxuyaniyek da.

Hevbendiya Neda di daxuyaniya xwe de hemû jinên di oxira bidestxistina azadî û jiyana birûmet de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn û got: “Ev jin ji bo têkoşîna jinan a li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afîkayê bi taybet, heta li tevahiya cîhanê xwedî israr bûn.”

Her wiha di daxuyaniyê de girêdana xwe ya bi têkoşînê ve destnîşan kir û got: “Tevî binpêkirinên bedenî yên li dijî jinan li welatên ku têne dagirkirin û bandorên sîstema kapîtalîst a li ser jinan, lê dîsa jî jin bi îsrar in ku têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevbendiya Neda ragihand ku tevî belavbûna diyardeya tundiya malbatî li Rojhilata Navîn, xebata rêxistinên jinan sînordar nema.

Hevbendiya Neda diyar kir ku ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker sûcan pêk tîne, nexasim li dijî jinên Kurd, lê dîsa jî komele û rêxistinên jinan xebatên xwe domandin.

Her wiha hate gotin ku tevî şerên li dijî jinan, nexasim çalakgerên jin, lê dîsa jî jin têdikoşin.

Hevbendiya Jinên Demokratîk ên Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (Hevbendiya Nede) di Kongreya Jinan a 2`emîn a Rojhilata Navîn û Bakurê Afîkayê de hate ragihandin.

ANHA

Back to top button