ManşêtNûçe

Li Cizîrê bi tevlîbûna sedan jinan şahî hat lidarxistin

TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi minasebeta 8’ê Adarê li Cizîrê bi coş û kelecanek mezin bi tevlîbûna sedan jinan şahî li dar xistin.

Li goî nûçeya “JINNEWS” Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” şahî li dar xistin û ji bo zimanê zikmakî piştî şahiyê dê bimeşi. Beriya meşê di şahiya ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat lidarxistin de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan jin bi kincên xwe yên kurdî tevli bûn.

Jinan bi coş û kelecanek mezin û bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” ku berz kirin govenda xwe gerandin. Jinan di dema gerandina govendê de alên TJA’yê bilind kirin û bi tilîliyan govenda xw geş kirin.

Piştî şahiyê dê li dijî asîmîlasyona li ser zimanê zikmakî meş bê lidarxistin.

Back to top button