Gotar

Agir bi siyaseta AKP’ê jî ketiye!

Ahmet Aktaş 

Ne bi tenê agir bi avahî û fabrîka û daristanê Tirkiyeyê ketiye û dişewite. Belê li gor diyar dibe agir bi siyaseta wê ya rizyayî jî ketiye û dişewite.

Siyaseta wê ya, bi dewletên cîran re sifir problem, bûye pir û pir problem.

“Dost” û cîranê wê yê herî dawî Rûsya û Îran ma bû. Lê dixwiyaye ku roj bi roj li gel van dewletanan jî, nakokî û nexweşiyên wan zêde dibin.

Civîna wan a dawî bi hevre çêkirin li Rûsyayê, xwedê giravî ev civîn bi taybetî li ser çareserkirina pirsgrêkên Idlibê bû dîsa xwedê giravî li hev kiribûn, lê weke hate xuyakirin, hîn nû civîna wan ji hev belav dibû, di roja ewil de peymana wan a li ser lihevhatina wir têk çû û şer ji berê girantir bû. Heta êrîş çûbû ser baregehê leşkerî yê tirkan jî.

Hîn jî ev alozî sererast nekirine û berovajî, hemû hev du tawanbar dikin. Lê belê aşkera ye ku yê şer bida sekinandin, li gorî peymana wan Tirkiye bû, gunehbar maye ew! Ev cihê yekemîn e ku agir bi siyaseta wê ketiye.

Cihê duyemîn, li Başûr e. Tê gotin ku di heman rojan de, Serokwezîrê Iraqê A.Ebdulmehdî, gotiye “ji niha û pêve fermandarê arteşa Iraqê jî ez im û ji niha û pêve, bêyî destûra min çi firokên biyanî yên cengê li ser xaka me ya Iraqê bifirin em ê bersivê bi tundî bidinê”! Her kes zane ku li xaka Iraqê, bi tenê firokên cengê yên Tirkiyeyê difirin û her derê dişewitînin. Lê wisa diyar dibe ku ev der jî dibe cihê duyemîn ku siyaseta Tirkiyeyê lê dişewite!

Û ne bi tenê ev, di heman demê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê M.Çavuşoglu, nameyek balkêş ji Mesûd Berzanî re şandiye. Têde dibêje, “yekitiya pêşmergeyan çêneke û piştgriya hevalbendiya peşmergeyan û Arteşa Iraqê nekin, ji bo ku arteşa Tirkiyeyê bi hêsanî karibe di sînorê Iraqê û Tirkiyeyê de tevbigere”, “bila peşmergeyên we careke din nekevin Kerkûkê jî”, “û ez ew peymana hatibû îmzekirin a ji bo 50 salî petrola we, bêyî tekilî û agahdariya Bexdayê were firotin, tînim bîra te (bi vê bazirganiya xwe ya genî û bi dizî tehdît dike)” û hwd.

Berî van saloxên balkêş, trafikek dîplomasî ya neyînî û li pey hev, di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de derbas bûbû. Helbet di van çûyîn û hatinên nehînî de, bi giranî li ser dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bazar dikirin û sanaryo çê dikirin. Lê diyar e ev bazara wan jî gav bi gav têk diçe.

Cihê sêyemîn ê siyaseta wan dişewite bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Li gel derbeyên li Efrînê û Idlibê dixwe, li Bakur û Tirkiyeyê jî agir bi siyaseta wê ketiye. Lê ji bo ku bala gel û civaka giştî ya Bakur û Tirkiyeyê ji vir bi dûr bixe, siyaset û kiryarên xwe yên êrîşkariyê, hem li ser Başûr û hem jî li gel vê li ser bakur û rojhilatê Suriyeyê jî dijwartir dike.

Bi nav û nîşana Herêma Ewle, êdî cîhan hemû pêhisya ye. Xwedê giravî wan û DYA’yê pir serî li hev gêj kirin ji bo ku li vir hinek xak bi dest xwe bixe û vir jî dagir bike. Lê li gorî tê xuyakirin, hîn tiştek bi dest ne xistiye. Gelek şekil û şemalên nexşeyan nîşan dan, gotin ewqas km dirêjayî, ewqas km kûrayî û nizanim çi û çi!

Wisa diyar e ev hevîr dê hîn gelek avê bikişîne. Erê Rûsya jî, tirkan dahf dide, an dide ser DYA (li Rojava) û bi lez û bez dixwaze tirk û Amerîka bi hev kevin. Lê bi hevketin û dûrketina Tirkiyeyê ji Amerîkayê ne ewqas hêsan e, ji ber ku bi hezar zincîran pêve girêdayî ye.

Helbet divê Tevgera Azadiyê, her dem amadekariyên xwe xurtir bike, weke ku van dewletên hegemon û dagirker, her wext dikarin li hev bikin û bêbextiyan dîsa bikin. Wê bêbextiya Rûsyayê ya Efrînê, divê weke guhar di guhê me de be!

Back to top button