ManşêtNûçe

Li Efrîna dagirkerî binpêkirinên dewleta Tirk didomin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet hatine bidestxistin, çeteyên “Polîsên Leşkerî” bi bihaneya ku beşdarî xwepêşandanên li Cindirêsê bûbû, welatiyê bi navê Bedirxan Bederedîn Mihemed ê ji gundê Meydan Ekbes ê navçeya Raco, li ser benda kontrolê ya li têketina navçeyê revand.

Nehat zanîn bê ka welatiyê hatiye revandin, birine ku derê.

Çeteyên El Hemzat jî li navçeya Mabetayê, welatiyê bi navê Îbrahîm Cemal Mistefa yê ji gundê Cûqê ku daxwaza mal û milkên xwe yên desteserkirî kiribû, revand.

29 DARÊN ZEYTÛNÊ BIRÎN

Heman koma çeteyan 29 darên zeytûnê yên welatiyên ji gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê birîn.

Ji wan darên hatine birîn, 20 dar ên welatiyê bi navê Ferîd Ebdo Cemo, 5 dar Omer Ebdo Şemo, 4 dar jî yên Adil Reşîd Hemo ne.

Ev zêdetirî 5 sal e li Efrînê dagirker sûcên kuştin, revandin, birîna daran û guhertina demografiyê didomînin.

ANHA

Back to top button