ManşêtNûçe

Li dijî peymana navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê banga nobeta protestoyî li Berlînê!

Ji 15’ê Cotmehê û wir ve, em wek sazî û rêxistinên civaka Êzîdî yên li Ewropayê, li pêşiya Parlementoya Federal a Almanayê û seferatên dewletên din yên pêwendîdar, li dijî peymana xiyanet û qirkirinê ya li hemberî civaka Êzîdî û Şengalê, ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatî mohrkirin, dest bi çalakiyên nobetê yên protestoyî (Mahnwache) dikin. Herdû aliyan bi vê peymana ku di roja 9’ê Cotmehê de mohrkirîn, carekdin li dijî civaka Êzîdî û Şengalê sucê xwe yê qirkirinê dubare kirin û biryara fermanek nû ji bona civaka Êzîdî dan.

Tişta ku ji Hukûmeta İraqê û ya Herêma Kurdistanê dihat xwestin, ew bû ku li rol û sucê xwe yê di dema Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de mikûr werin, lêborînê ji civaka  Êzîdî bixwazin, berpirsyariya xwe ya li hemberî civaka Êzîdî û Şengalê bînin cih û bi erkê xwe rabin. Ji pêçandin û dermankirina brînên ku jenosîdê li pey xwe hiştîn re bibin alîkar, da ku carekdin Ferman û qirkirin neyên serê vê civakê bikevin nav hewldanên û ji îradebûna civaka Êzîdî û Xweseriya Şengalê re bibin piştevan.

Lê belê mixabin herdu hêzan berovajî vê yekê kirin û bi dewleta dagirker û qirker a Tirk re bûn yek û li dijî têkbirina îradeya azad ya civakê Êzîdî peymanek mohrkirin û dest bi pêvajoyekê kirin. Ev peyman ji bilî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û Erdogan ne di berjewendiyê ti kesî de ye. Em wek civaka Êzîdî, wê bi ti awayî peymanên ku îradeya civaka Êzîdî nas nekin, bêyî vê civaka pêk werin, li ser bên ferzkirin û jê re qirkirin û fermanan bîne, qabul nekin, ne pejirînin û li dijî wan têkoşînê bikin.

Li ser vî esasî em ji 15.10-23.10.2020’an li paytexta Almanya Berlînê çalakiyê nobetê yên prostetoyî pêk tînin. Çalakî wê roja Pêşemê dest pê bike û her roj navbera Saet 10:00 û 15’an de, li ber Brandenburger Tor pêk were.

Em bang li tevahiya civaka Êzîdî, Kurdistanî û dostê wan dikin ku bi xûrtî tevlî van çalakiyan bibin, piştgiriyê bidne û pêşî li fermanek nû ya li hemberî civaka Êzîdî û Şengalê bigrin.

NAV-YEK-Navenda Yekitiya Komelên Êzidiyan

SMJ- Siwana Meclisé Jinén Êzidi

MŞD- Meclisa Şengale ya Derveyi Welat

YS- Yekîtîya Êzidiyê Suriyê

HCE-Hevgirtina Ciwanên Êzidî

NE- Navenda Ҁanda Êzîdxanê

KMGBK- Kordinasyona Meclisên Gundên Êzdiyén Bakuré Kurdistané

Back to top button