ManşêtNûçe

Ciwanek Kurd li Stenbolê ji hêla polîsên Tirk ve hate kuştin

Hate ragihandin ku li Zeytînbûrnî ya Stenbolê di şerê navbera du malan de polîs ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn (20) kuşt.

Xizmê Aydin Îzgîn Resûl Îzgîn ê agahî  da ANF’ê, ragihand kurapê wî yê bi guleya polîsan hate kuştin niha li morga Nexweşxaneya Avrasya ya Zeytîbûrn û di bin dorpêça polîsan de ye.

Îzgîn anî ziman ku şerê di navbera malbata wan û malbata din de ji ber revandina keçekê derketiye, polîsên ku hatin cihê bûyerê bi çekê kurapê wî yê 20 salî kuştin.

Îzgîn destnîşan kir ku piştî cenaze bibin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û şûnde wê li Midyat a Mêrdînê veşêrin, daxwaz kir ku serbûyerê neyê girtin.

Back to top button