DaxuyanîManşêt

Rêzgirtina vîna gelan çareseriya hemû pirsgirêkan e

Hemî mirovahî fermana heftê û sêyemîn şopand a ku gelê Şengalê kir armanc û tiştê ku çêbû ji qirkirin, kuştin, êsîr û koçberiyê piştî ku Bexdayê nikarî bû wan biparêzin û Hewlêr jî dev ji wan berda, gelên wan karîbûn xwe bi rêxistin bikin û karûbarên xwe birêve bibin bi damezrandina rêveberiya xwe û yekîneyên parastina xwe piştî ku ew karîbûn DAIŞ’ê derxînin piştî ku wan xwîna bi hezaran ji zarokên xwe feda kirin, û koçber dest bi vegera warê xwe kirin.

Cîhan matmayî ma bi peymana dualî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku şert û mercan li ser şêniyên Şengalê ferz kir bi biryar an razîbûna xwesteka aliyên ku bûn sedema karîseta şêniyên Şengalê.

Ferzkirina mîna van mercên neheqî li ser Şengalê û paşguhkirina vîna gelê wê û daxwazên wan di vê qonaxa ku faşîzma Tirk di astên herî kelecan de ji bo têkbirina hemû Kurdan, û ev yek dihêle em bifikirin ku tiştê çêdibe temamkirina fermana heftê û sêyemîn e û temamkirina tiştê ku DAIŞ’ê nikaribû bike, û teslîm bibin ji faşîzma Tirkî re. Bertekên pêkanîna mîna vê peymanê wê encamên wê li tevahî herêmê xerab e.

Em û hemû cîhan li benda Bexdayê û Hewlêrê ne ku alîkariyên xwe ji bo xelaskirina esîr û alîkariya niştecihên kampê bikin ku vegerin gund û bajarên xwe û xurtkirina saziyên civakî û parastinê yên ku şêniyên Şengalê bi îmkaniyatên xweserî û rêzgirtina vîna xwe karîbûn damezirînin.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk de geşdanan bi hişyarîyek mezin dişopînin, û em dibînin ku pêwîste nerînên gelê Şengalê û rêzgirtina vîna wê bigirin, li şûna ferzkirina dîtin û nerînên siyasî yên ku ne li gorî daxwaza gel in, û ev berî her tiştî berpisyariyek exlaqî, mirovî û niştimanî ye. Em bawerin ku  rêzgirtina vîna gelan çareseriya hemû pirsgirêkan e.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk

2020-10-14

Back to top button