ManşêtNûçe

Li bajarê Saarbruckenê Şoreşa Rojava hat silavkirin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Saziya Ciwanên Elman a Saarê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi meşekê Şoreşa Rojava silav kirin.

Beriya destpêbûyîna meşê, xelkê ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehê rêz girt.

Di axavtina li ser Seebrucke Saar hat kirin de, hat diyarkirin ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e û bi şoreşê, pergaleke alternatîv ji bo gelan hatiye avakirin.

Axêver, peymana Ewropayê û dewleta Tirk ya li ser koçber û penaberan jî şermezar kir.

Çalakiya li Landwehrplatzê dest pê bû piştî meşa li navenda bajêr, li Max-Ophulsê bi mîtîngê dewam kir. Di mîtîngê de guhdariya peyamên ji Rojava ji bo YPG’a Enternasyonal hat kirin.

Di axavtineke li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarbruckenê hat kirin de jî, bal kişandin ser giringiya rol û ristê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat deştnîşankirin ku divê tecrîd tavilê were rakirin.

Di çalakiyê de silav li berxwedana gerîlayan jî hat kirin û banga tevlêbûyîna bi xurtî ya meşa 23’yê Tîrmehê hat kirin.

ANF

Back to top button