ManşêtNûçe

Bereya Piştevaniya bi Rojava re: Ezmanê Rojava ji balafiran bigirin

Li Mûzexaneya Emnesûr a li Silêmanî Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re ku ji nûnerên partî û saziyan pêk tê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê endamê bereyê Bextiyar Mustefa ve hate xwendin. Mustefa diyar kir ku di vê pêvajoya şoreşê de Rojavayê Kurdistanê çend qonaxên cuda bihurandiye û got: “Bi xwîna ciwanan dîrokeke giranbuha hate tomarkirin. Di encama berxwedanê de mirovahî û hezaran mirov ji destê çeteyên DAÎŞ’ê yên hov rizgar kirin.”

Mustefa destnîşan kir ku ew jî piştevaniya banga 33 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê dikin ku qada ezmanî ji firîna balafirên şer re bê qedexekirin û got: “Dewleta Tirk bi hevkariya komên terorîst bi bikaranîna çekên qedexekirî, bi berdewamî êrîşî ser bajar û gundan dike, dixwaze dagir bike. Ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Endamê Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re Bextiyar Mûsteva ev bang kir: “Divê Rûsya, Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê, NATO, Yekîtiya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komkara Ereb, hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdî yên çar parçeyên Kurdistanê, hikûmeta Herêmê, Rêxistinên Navneteweyî, kesayetên demokrasîxwaz ên cîhanê; vê rastiyê baş bizanin ku bi çi rengî be li ber van êrîşan rawestin.

ANF

Back to top button