ÇalakîManşêtNûçe

Şêniyên herêma Firatê şoreşa 19’ê tîrmehê pîroz dikin

Bi derûşmeya ” Bi salvegera 10’emîn ya şoreşa 19’ê trmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya Demokratîk ne navendî avabikin”, şêniyên bajarê herêma Firatê, duh şahiyek li dar xistin bi boneya salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê, şahî li qada şehîd Egîd di naveresta bajarê Kobanê hat li dar xistin.

Şandeyên ji bajarê Minbic, Reqa û Tebqa û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya tevlî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê.

Piştre hinek gotina hatin kirin ji hêla Hevserokatiya Meclisa Rêvebir ya herêma Firatê Mihemed Şahîn, endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat Foza Yûsif, wekî din Meclisa Leşkerî Mihemed Qromix û Faroq El-Maşî bi navê Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriya.

Gotinan rêbertî, malbatên şehîdan, hêzên leşkerî û tevahiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriya pîroz kirin bi boneya salvegera” şoreşa 19’ê tîrmehê”, û destkeftiyên ku hatin bidestxistin di siya vê şoreşê li ser hemû waran.

Gotinên xwe bi soz dayîna ku li ser şopa şehîda bimeşin û parastina gel ji bo jiyaneke azad bijîn û avakirina Sûriya demokratîk ne navendî, bi dawî kirin.

Back to top button