DaxuyanîJinManşêt

Ji bo raya giştî

Dîrok şahidê yekane ye li ser tevahiya destanên lehengiyê ji bo tevahiya gelan yên ku têkoşîn kirin û li hember tevahiya hêz û zihniyetên paşverû ji destpêkê sekinîn ya her dem kar kir ji bo têkbirina hevgirtina gelan û hişt ku êşê bikşîne ji mehrûmbûnê, êşên ku civakê kişand û îro jî dikşîne encama valahiya fikrî û Îdyolojî ye, ya ku wan zihniyetên desthilatdar ferz kirbû, armanca wan berfirehkirina dagirkeriya wê li ser tevahiya gelên herêmê ye û dewleta Tirk di dema me ya heyî de têgeha Osmaniyan didomîne lê bi rêbazên hovtrîn di riya rojevên wan ji Cebhet El-Nûsra û DAIŞ bi piştgiriya wan ya lojîstîk û leşkerî û deswerdana wan bike di dewletên ku aloziyên wê yên civakî hene, di destpêka wê de Sûriya ku di destpêkê roja yekemîn de destwerdan kir di kar û barên Sûriya de çi bi awayekî rasterast û nerasterast bi hewildana têkbirina ewlehî û aramiyê û projeya xwe ya Osmanî domand, ku herêmên ji bakur û rojhilatê Sûriya dagirkir û şêniyên wê dan koçberkirin û komkujiyên giştî der heqê gelê herêma Efrîn, Serêkaniy û Girê Spî pêk anî di bin hinceta terorê, di vê sala heyî û ya çûyî de êrîşên xwe li ser herêmê nerawestand ji bombebarankirinê bi balafirên bê mirov li ser herêmên tijî gel di encama wê de bi dehan ji sivîlan şehîd bûn û bi sedan ji malbatan ji malên xwe koçber bûn piştî hilwişandina wê di encama bombebaranê de, ev yek li Zirgan, Til Temir û li Kobanê jî diyar bû ku êdî gel êşê dikşîne ji wêrankirin û koçberkirinê di encama siyaseta dewleta Tirk a dagirker, di demên dawî de jî komkujiyek din pêk anî ku balafirek bê mirov malek sivîlan li Kobanê armanc kir di encama wê de 5 kes şehîd bûn wekî din 4 birîndar bûn di nava bêdengiya navdewletî.

Em di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD van siyasetên hovane der heqê gelê me şermezar dikin û em daxwaz ji tevahiya saziyên sivîl û hiqûqî dikin ku erka xwe pêk bîne û çavên xwe negre ser siyaseta dewleta Tirk ji kuştinê der heqê gelê herêmên bakur û rojhilatê Sûriya.

Nemirî ji bo şehîdên azadiyê

Şîfa ji birîndaran

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-12-27

Back to top button